WAN – Dadger, der barê Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê duh hatibû binçavkirin de bi îdiya “Propaganda rêxistinê kiriye” biryara girtinê da.
Duh li navçeya Erdîşê ya Wanê polîsan bi ser mala rojnameger Îdrîs Yilmaz de girt û ew binçav kiribûn. Yilmaz îro derxistin dadgehê û îfade da. Dadger bi îdiya “Propagandaya rêxistinê kiriye” der barê Yilmaz de biryara girtê da. Yilmaz şandin Girtîgeha Tîpa A ya Erdîşê.