AMED – KCD, OSP, DBP, HDP û Tevgera Azadî bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û gotin: “Êrîş li dijî xwe rêvebirina kurdan e. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku li dijî van êrîşên li ser Efrînê çalakiyên demokraîk û şahiyan bilind bikin.”
Partiyên siyasî û tevgerên kurd, têkildarî êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Efrînê li Amedê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xitin. Civîn li avahiya Hareketa Azadî pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Azadîxwaz û Sosyalîzm (OSP) Sînan Çîftyurek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Berdevkê HarekETA Azadî Ayetullah Aşîtî û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier beşdarî civînê bûn.
‘MAFÊ KURDAN Ê XW BI RÊVEBIRINÊ HEYE’
Metna hevpar ku amade kirin ya kurdî Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û ya tirkî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan xwend. Çîftyurek destnîşan kir ku dewleta tirk bi salan e li Tirkiyeyê, niha jî li ser sê parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan şerekî dijwar û bêpergal dimeşîne û got: “Hedefa vî şerî pêşî lêgirtina azadî, rizgarî, serxwebûn û xwe bi rêvebirina kurdan a li Kurdistanê ye. Divê bê zanîn ku ev êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê jî perçeyekî vê siyaseta tunekirina kurdan e.”
‘ZAROK TÊN QETILKIRIN Û AXA ME TÊ WÊRANKIRIN’
Çîftyurek da zanîn ku gelê kurd gelekî niştecihiyên herî kevn ê li ser axa xwe ye û wiha dewam kir: “Li ser axa xwe jî wek miletên din desthilatdarî mafê wî yê dîrokî, civakî û sîyasî ye. Xwedî lê derketina vî mafî di serî de peywira gelê kurd bi xwe û ya cîhana demokratik e. Em weke partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî van êrîşan red dikin û dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Efrîn, an jî hin kurdan e. Li dijî tevahiya kurdan e. Di vî şerî de sivil û zarok tên qetilkirin û axa me tê wêrankirin. Em ê bi tevahiya derfetên xwe li dijî van êrîşên ku li ser maf û azadiya gelê me pêk tên, rawestin û têbikoşin.”
‘AKP NIKARE GELÊ KURD TUNE BIHESIBÎNE’
Çîfyurek li ser navê partiyan bang li AKP’ê kir û wiha axivî: “Em bang li hikumeta AKP’ê dikin ku li vî welatî bi şer û pevçûnan û tunehesibandina kurdan heta niha ti pirsgirêk nehatine çareserkirin. Bi israrkirina van polîtikayan jî xuyaye ku pirsgirêkên herêmê nehatine çareserkirin û nayên çareserkirin jî. Divê dewleta tirk bi gelê kurd û rayedarên gel û civakên li herêmê dijîn re bi riyên diyalog û aştiyê pirsgirêkan çareser bike. Ku wisa nebe, nakokiyên di nav civakê de, dê roj bi roj kurtir û mezintir bibin. Kesên ku qala aştî û aramiyê dikin, divê li rê û rêbazên aştî û aramiyê jî bigerin, ne ku rêbazên şer û pevçûnan.”
‘MAFÊ GELÊ KURD Ê PARASTINÊ HEYE’
Çîfyurek anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê vê êrîşa li ser Efrînê wek operasyoneke “aştiyê” bi nav dike û dixwaze raya giştî ya xwe û ya navneteweyî bixapîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Her kes jî dizane ku di eslê xwe de ne wisa ye. Ev şerekî li hemberî destkeftiyên gelê kurd e û dixwaze ku kurd li herêmê nebin xwedî statuyekê. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de lehengiya şervanên Kurdistanê li seranserê cîhanê, bi taybetî jî ji aliyê cîvat û dewletên Rojavayî ve hat pesinandin. Lê dema hêzên Kurdistanî rastî êrîşên dagirkeran tên, heman dewlet û civat bê deng dimînin. Ev helwest, ne helwesteke wijdanî, însanî û demoratîk e. Çawa maf û berjewendiyên hemû gelan heye, li ser axa xwe maf û berjewendiyên xwezayî û rewa yên gelê kurd jî heye ku xwe û axa xwe biparêze.”
BANGA JI BO HER ÇAR PARÇEYAN
Çîftyurek di dawiya daxuyaniyê de ji bo Efrînê wiha bang kir: “Li ser vê esasê em bang li tevahiya civat, sazi, dewlet û kesên xwedî wîjdan dikin ku van êrîş û polîtîkayên hikumeta AKP’ê, ên dagirkeriyê rawestînin. Em bangî her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku gelên Kurdistanê çalekiyên demokratîk pêk bînin.”