ENQERE - Profesorê Îlahiyetê û Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim, bal kişand ser fermana Diyanetê ku xwest Sureya Fetihê ya ji bo operasyona li dijî Efrînê li mizgeftan bê xwendin û wiha got: “Xizmeta daxwazên îktîdara siyasî dike. Bûye amûrê îktidara siyasî."
Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş piştî operasyona li dijî Efrinê ferman da ku li hemû mizgeftan “Sureya Fetihê" bê xwendin. Têkildarî vê yekê Profesorê Îlahiyetê û Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim, bal kişand ser fermana Diyanetê û wiha got: “Xizmeta daxwazên îktîdara siyasî dike. Bûye amûrê îktidara siyasî." Yildirim ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: "Diyanet êdî ola îslamê temsîl nake. Diyanet bûye amûra îktîdara siyasî.
‘KURDAN WEKÎ KAFIR DIBÎNIN'
Yildirim, destnîşan kir ku welatêl li Rojhilata Navîn ol xistine xizmeta xwe û li ser ol hebûna xwe diparêzin û wiha got: "Di vî milî de serîli du sureyan didin. Yek jê ya ‘Enfal’ ya din jî ‘Fetih’ e. Enfal, ganimet (talankirin) e. Dema Saddam, meşiya Başûrê Kurdistanê li Helebçe çekêm kîmyewî barandin. Navê ‘Enfal’ê li vê yekê kirin. Sedema navê ‘Enfal’ û ‘Fetih’ pir bi wate ye. Di bin vê yekê de erdnîgariya kurdan wekî ‘Welatê fikirê" û gelê kurd jî wekî ‘kâfir’ dibînin. Ev nerînek pir talûke ye. Karê diyanetê ne şerê navbera birayan sor bike. Bira bike xwînîyê bira.
‘BI XERAKIRINA GORÊN KURDAN NIKARIN KURDAN QEZENÇ BIKIN'
Yildirim, anî ziman ku di demên dawî de gelek gorên kurdan xera kirin û wiha got: "Rêya qezençkirina kurdan ne xerakirina gorên kurdan e. Xerakirina goristanan, derxistina hestiyan bêrûmetî û bê hurmetî ye. Malbatan bi destûra rayedarên fermî cenazeyên zarokên xwe defin kirin. Qezençkirina kurdan bi xerakirina goran pêş nakeve. Divê diyanet xizmeta vê yekê neke."