COLEMÊRG – Colemêrgiyan diyar kir ku pêwîste tirk jî bi qasî kurdan ji êrîşên li dijî Efrînê re bêjin ‘raweste’ û berpirsyarê yekemîn Rûsya nîşan dan û Mahabadê bibîr xistin. Colemêrgiyan diyar kirin ku Rûsya îxanet li kurdan kir.
Welatiyên Colemêrgê jî li dijî êrîşên li ser Efrînê nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji esnafê Colemêrgê Necmettîn Acar destnîşan kir ku êrîş li dijî gelê kurd pêk tê û got: “Em êrîşên li dijî Efrînê bi xembînî pêşwazî dikin. Ev nayê qebûlkirin. Destpêkê de ev êrîş wek darbeyeka li dijî kurdên di nav komara Tirkiyeyê de dijîn e bixin. Her bombeyek diavêjin Efrînê li dijî aramî û aştiya Tirkiyeyê ye. AKP dixwaze bi vê êrîşê xwe carek din li Tirkiyeyê bide hilbijartin. Ev razemeniya tifaqa AKP’ê û MHP’ê ya ji bo hilbijartinê ye.”
'RÛSYA LI KURDAN ÎXANET KIR’
Acar helwesta Rûsyayê jî şermezar kir û wiha got: “Rûsyayê di gelek serdemên dîrokê de li dijî kurdan îxanet kiriye. Em neçarin kurd, tirk, ereb û hemû netewê ndin li ser vê axê bi biratî bijîn. Dê ev şer me ji ehlaq û çanda me neke. Nijadperest, faşîst dê winda bikin û gel jî bi ser bikevin.”
'DIVÊ KURD BAWERIYA XWE BI RÛSYAYÊ NÎNIN’
Adîle Kaya jî diyar kir ku êrîş berhemê feraseta AKP’ê û MHP’ê ye û got: “Kurd û tirk bira ne. Em naxwazin êrîş li ser Efrînê pêk bên. Armanca AKP’ê û MHP’ê ew e ku kurdan ji holê rakin û xelas bikin. Rûsya çawa di Mahabadê de li dijî kurdan îxanet kir, îro jî li Efrînê heman tiştî kir. Ji ber vî sedemî divê kurd baweriya xwe bi Rûsyayê neynin. Ji ber van kirinan ez Rûsyayê şermezar dikim.”
‘EM LI CEM GELÊ EFRÎNÊ NE’
Ji esnafên bajêr Naîf Beyter jî berxwedana serdema Kobanê bibîr xist û wiha axivî: “Bi her awayî em li cem gelê Efrînê ne. Şerê li dijî Efrînê dubarekirina biryarên peymana Lozanê nîşanî me da. Biryarên tê ndayîn kurd tên qurbankirin. Divê hemû rûyê rast ê DYA û Rûsya derbikeve holê û ji cîhanê re bê ragihandin. Armanc çi ye? Çima Rûsya kurdan bi tenê hişt? Çima derfetên di destê xwe de ji AKP’ê û MHP’ê re vedike? Ev şer ne li ser navê tirkan tê kirin. Tirkên dibêjin em birayê hev in divê ji vî şerî re bêjin ‘rawest e.’ Em wek gel û esnafên Colemêrgê li dijî vî şerê qirêj in. Em wek esnafên Colemêrgê çi bikeve ser milê me amade ne.”
'KURD DÊ LI DIJÎ KOMKUJIYÊ LI BER XWE BIDIN’
Beyter hişyarî da DYA û Rûsyayê û got: “Divê DYA û Rûsya hişê xwe bidin serê xwe. Pêwîste li cem kurdan cih bigirin û şer rawestînin. Nexwe komkujiyek pêk bê DYA û Rûsya jê berpirsyar in. Kurd li ser rûyê cîhanê xwedî rûmet in. Yê me jî wek her kesî statû û mafên me hene. Kurd dê wek her tim li dijî komkujiyên bi ser wan vê pêk bê dê berxwedanek bêhempa nîşan bide.”
'ŞER DÊ ABORIYÊ TÊK BIBE’
Vahap Ataman jî anî ziman ku bi vî şerî re aboriya Tirkiyeyê jî dê têk biçe û got: “Ev êrîş razemeniya hilbijartinê ye. Raya giştî dixapînin. Bi salan e Efrînê tu tehdîtek nedaye Tirkiyeyê.”
Kazım Adiyaman jî destnîşan kir ku dê tu deme kurd vê êrîşê qebûl nekin û got: “Ev şêrê ku Rûsya li tijî tirkan dileyîze. Tenê dixwaze tirkan bixapîne. Vê îxaneta ku Rûsya li dijî kurdan kir ez bi tundî şermezar dikim.”