AMED - Polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî yên li dijî êrîşa ser Efrînê di çarçoveya lêpirsanê de, bi ser malên rojnameger Îsmaîl Eskîn û parêzer Sidki Zîlan de girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 17 kesan de ji ber parvekirinên medya civakî yên êrîşên li dijî Efrînê lêpirsîn da destpêkirin û biryara girtinê da. Polîsan di vê çarçoveyê de bi ser malbata rojnameger Îsmaîl Eskîn ê li navçeya Rezanê de girtin. Polîsên k udi nîveka şevê de ser malê de girtin, berê çekan dan malbatê û hemû odeyekê de kom kirin. Polîsan malbata rojnameger Eskîn ku derveyî welat dimîne, di lêpirsînê re derbas kirin. Polîsên ku nêzî saetekê di malê de lêgerîn kirin, dûr çûn.
Eskîn di parvekirinên hesabê xwe yê Twîtterê de wiha bertekên xwe nîşan dabûn: “Ne çekên we û ne jî komployên we nikarin min ji rastiyê dûr bikin. Ez nebûm rojnamegerekê ku serî ji were bitewînim. Bila ev ji bo we bibe dert. Dixwazin hemû kes bêdeng bimîn in û koletiyê bikin. Lê em ê bêdeng nemînin. Hûnê hesabê zarokên ku we qetilkirin, mirovên ku we şewitandin bidin. Çawan ku xew nakeve çavên dayîkên we zarokên wan qetil kirin, ji bo we jî dê xew heram be. Heya dîktator bê darizandin, kujerên wî hesab bidin, em ê binivîsin.”
POLÎSAN SER MALA PARÊZER ZÎLAN DE JÎ GIRTIN
Di heman demê polîsan ser mala parêzer Sidki Zîlan a li Amedê de jî girtin. Zîlan ku ne li mala xwe bû, di hesabê xwe yê Twîtterê de wiha gotibû: “Niha polîs li mala min lêgerînê dikin. Bi eşkere zilmê dikin. Ewlekartiya parêzertiyê binpê kirin. Ji hemû raya giştî ya hestiyar re radigihînim. Erdogan gef xarin, TV Halk hedef hat nîşandan û hinekan jî polîs şandin malê. Mîna welatê me, veşarîbûna malên me jî binpê kirin. Hûn nikarin me bêdeng bikin. Hûn zalimin. Pirsgirêka sereke ne parvekirinên min ên Twîtêne, ya girîng hûnê îro û sibe daxuyaniyên ji bo Efrînê bidine. Vê astengiyê xwarbûyî dijîn. Ji van zaliman netirsin, ji xezeba Xwedê û şeytanê bê ziman bitirsin.”
Zilan, diyar ku dê roj biçe dozger û îfadeya xwe bide.
Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna da destpêkirin de, derbarê 17 kesan de biryara girtinê daye. 8 kes jî hatin binçavkirin.