AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan û gotin: “Gelê kurd çawan ku Kobanê ji DAIŞ’ê parast, dê Efrînê jî wisan biparêzin.”
Welatiyên Amedê, li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) ên li ser Kantona Efrînê bi hêrsin. Welatiyên Amedê, diyar kirin ku êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî tevahiya gelê kurde û wiha axivîn: “Armanc ne ewlekariya Tirkiyeyê ye, dixwazin hebûna kurdên li Sûriyeyê ji holê rakin. Gelê kurd çawan ku Kobanê ji DAIŞ’ê parast, dê Efrînê jî wisan biparêzin. Divê hemû gelê kurd bi hevre bertekên xwe nîşan bidin.”
‘DÊ KURD LI EFRÎNÊ BI SERBIXIN’
Rêber Yilmaz, diyar kir ku dewleta tirk û medyaya wê rastiyên li Efrînê berevajî dike û wiha axivî: “AKP li Efrînê êrîşî DAIŞ’ê nake, êrîşî hemû gelê kurd dike. AKP êrîşî gelên sivîl dike. Ev nayê qebûl kirin. Em kurdên bakur vê baş dizanîn. Em ji Kobanê dizanîn ku gelê kurd çidixwaza bike. Divê gelê kurd bertekên xwe nîşan bidin. Divê em kurd bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin.”
‘DÊ KURD XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN’
Metîn Yildiz jî, anî ziman ku li dijî Êfrînê zilm tê kirin û wiha axivî: “Ger dostekê Tirkan hebe, ew jî kurdin. Lê ew jî qîmetê kurdan nizanîn. 100 salin Îran, Sûriye, Iraqa û Tirkiye gelê kurd înkar dikin. Lê av di herike û rêya xwe dibîne. Dê mîna Kobanê li Efrînê jî bi ser bikevin. Bêguman tiştên kurd dixwazin dê bidest bixin. Pare û berjewendî heya cihekê, gava hûn ketin gorê tu faydeya van ji kesekê nabe. Ji ber vê yekê divê kurd xwedî rûmeta xwe derkevin.”
‘BILA KURD BIBIN YEK Û BAWERIYA XWE BI XWE BÎNIN’
Firat Yoldaş jî, da zanîn ku AKP-MHP dixwazin kurdan li Efrînê tune bikin û wiha axivî: “AKP’ê DAIŞ li Sûriyeyê ava kir û xwedî kir. AKP’ê DAIŞ kir bela serê kurdan. Niha çi têkiliya AKP’ê bi Efrînê re heye. Em dibînin sivîl tên kuştin. Ev êrîş teqez nayên qebûl kirin. Kesên bi wijdan vê yekê qebûl nakin. Divê AKP demildest dest ji şaşiya xwe berde. Berî her tiştî divê gelê kurd li dijî vê êrîşê bixwe bawer bin. Gelê kurd çawan ku Kobanê ji êrîşên DAIŞ’ê parastin, dê Efrînê jî wisan biparêze û rîzgar bike.”
‘BERXWEDAN JIYANE’
Mahmut Kiliç, êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir û wiha got: “Ev operasyona qirkirina gelê kurde. Divê hemû kurd û kesên aştîxwaz bi hevre li dijî vê operasyonê derkevin. Divê kurd li ber xwe bidin. Ne tenê Efrîn tê bombebaran kirin, di heman demê de Amed jî tê bombebaran kirin. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyî dikim ku dengê xwe bilind ibkni. Gelê kurd çi dibe bila bibe dê li her qadê li ber xwe bidin. Gava kurd li ber xwe bidin dê azad bibin, dema azad bûn jî dê xwedî pêşeroja xwe derkevin. Berxwedan jiyane.”
Welatiyê nexwest navê xwe bide û berê nobedarî dikir û dengên xwe dan AKP’ê jî, bertek nîşanî êrîşa Efrînê da û wiha axivî: “Ji me tenê dengan naxwazin, tiştên pir zêde dixwazin. Dengên me vediguherin zilmê. Êdî bese dê ya kengî wiha bidome.”
Welatiyek din ê nexwest navê xwe bide û li dibistana taybet dixwebitî, diyar kir ku ên ku sureya Fetîhê xwendin, bila baldar bin li ser wan Suriye Fîlê neyê xwendin.