AMED – Oldaran bertek nîşanî Sûreya Fetîh a ku bi pêşengiya Serokatiya Karê Diyanetê li mizgeftan hat xwendin da û gotin: “Li şûna ku Diyanet li dijî zilmê derkeve, lê bû hevkarê êrîşan û şerê nehiqûqî û bêmaf rewa dike.”
Piştî ku Hezên Çekdar ên Tirk (TSK) êrîşa hewayî li dijî Efrînê pêk anî, Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş ferman da ku li tevahiya Tirkiyeyê li 90 hezar mizgeftî Sûreya Fetîh bê xwendin. Oldaran bertek nîşanî fermana Diyanetê da.
‘LI DIJÎ HEMÛ KURDAN DIJMINAHIYÊ DIKIN’
Oldar Îrfan Kangal destnîşan kir ku kurdan li Rojhilata Navîn ji bo gelên mazlum li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da meşandin û got: “Tu eleqeya fermana Diyanetê ya Sûreya Fetîh bi olê re nîne. Raste rast ev fermanek nijadperest e. Ji bo desthilata Erdogan bidomînin herêmê diavêjin nav agir. Ji Osmanliyan heta Erdogan li dijî kurdan tiştek ne guherî. Kurdên baş û nebaş tune ne. Hemû kûrd heman in. Li dijî tevahiya kurdan dijminahî li pêş dixin. Em nikarin vê qebûl bikin. Heke Erdogan vê yekê dewam bike dawiya Tirkiyeyê dê bibe wek Yugoslovyayê.”
‘DIYANETÊ WATEYA SÛREYÊ BEREVAJÎ KIR’
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Yusuf Andan jî anî ziman ku Sûreya Fetîh peyamanek e û got: “Serokê Diyanetê bi zanebûn sûreyê berevajî kir. Serokê Diyanetê şerê bêhiqûq û bêmaf ê li dijî kurdan, bi zanebûn rewa dike. Eyb e û guneh e.”
‘FETÎH LI DIJÎ DERXISTINA BI DARÊ ZORÊ YE’
Mele Abdullah Arikan jî diyar kir ku naveroka Sûreya Fetîhê peymana paş de sitendina mal û mafên yên hatine windakirin e û wiha axivî: “Ev sûre behsa derxistina bi darê zorê ya ji axa mirovan e dike. Ev helwesta Diyanetê nayê qebûlkirin û em vê şermezar dikin.”
‘DIYANET ZILMÊ REWA DIKE’
Endamê KÎD’ê Naîf Erdem jî da zanîn ku 7 sal e kurd li dijî zilma DAIŞ’ê têkoşînê didin meşandin û wiha got: “Tu zerara kurdan ji bo Tirkiyeyê nebûye. Li şûna Diyanet li dijî zilmê derbikeve lê dibe şîrêkê zilmê. Diyanetê bi vê fermanê zilm û zordariyê rewa dike. Lê Diyanet nikare bi vê sûreyê zilmê rewa bike.”