AMED - Li navçeya Sûrê ciwanê bi navê Yusuf Guneş bi boneya li dijî çeteyên hişbirê derket, çeteyên hişbirê ew kuştin. Şêniyên taxê diyar kir ku têcirên hişbirê bi polîsan re di nav hevkariyê de ne û dê bi awayek hevbeş li dijî van çeteyan têkoşîne bidin meşandin.
Di 17’ê çile de li taxa Lalebey a navçeya Sûra Amedê têcirin hişbirê ciwanê bi navê Yusuf Guneş (24) kuştin. Kuştina Guneş li taxê bû sedema nerazîbûnên mezin. Şêniyên taxê diyar kirin ku piştî pevçûn û hilweşandinê tax radestî çeteyên hişbirê hatine kirin û piştî pevçûnan esrar, eroin û madeyên din ên hişbirê gelek belav bûye û dewlet çavê xwe ji têcirin hişbirê re digire.
‘YÊN KU TÊCIRAN HIŞYAR DIKIN RASTÎ ZEXTÊN POLÎSAN TÊN’
Ciwanek nexwest navê xwe bide anî ziman ku demek dirêj li taxê çeteyên hişbirê madeyên hişbir difiroşin û got: “Tax ji vê yekê aciz e. Heke ku dewletê destûr neda kes nikaribû li vir hişbirê bifiroşe. Polîsan hat pirsî û navnîşanên yên hişbirê difiroşin yek bi yek bi dest xistin. Lê heta niha tiştek bi wan nekirine. Beriya niha meclîsên gel hebûn, me pirsgirêkên xwe digot. Tiştek li taxê nedibû. Niha kî li dijî têcirin hişbirê îtîraz dike, ya êrîş dikin an jî diçin ji polîsan re gilî dikin. Yên ku firoşkarê hişbirê hişyar dike rastî zextên polîsan tên.”
Li navçeya Sûrê ciwanê bi navê Yusuf Guneş bi boneya li dijî çeteyên hişbirê derket, çeteyên hişbirê ew kuştin. Şêniyên taxê diyar kir ku têcirên hişbirê bi polîsan re di nav hevkariyê de ne û dê bi awayek hevbeş li dijî van çeteyan têkoşîne bidin meşandin.
Ciwanê bi navê Metîn jî wiha got: “Polîs bi ser taxê de digirin lê firoşkarên hişbirê diparêzin. Madeyên hişbirê bi destûra dewletê tê Sûrê û li taxa belav dibe. Polîs wan binçav dike û pişt re serbest berdide. Edalet tun ye. Heke ku ew firoşkar hêzê ji dewletê negirin nikarin hişbirê bifiroşin.”
‘CIHÊN HIŞBIRFIROŞAN LI TAXA ME NÎNE’
Şêniya taxê Ayşe jî destnîşan kir ku hemû karê qirêj bi destê têcirên hişbirê dixin taxê û got: “Ev firoşkar bi desteka dewletê liv û tevger dikin. Polîsa wan binçav dikin, lê li pişt kuçeyê wan berdidin. Heke ku kurd bibûna yek dê firoşkarên hişbirê jî nikaribûna wisa tevger bikin. Li her kuçeyên Sûrê tiştên qirêj tên firotin. Hemû şêniyên taxê bi rewşê dizanin û bi bertek in, lê kes dengê xwe dernaxe. Em van çeteyan li taxa xwe naxwazin. Kî wan diparêze bila biçin cem wan. Li taxa me cih kesên wisa re tune ye.”
MA / Esra Solîn Dal – Devran Toptaş