EDENE – Li Edeneyê welatiyên di konan de dimînin diyar kirin ku ji bo ava nayê vexwarin pere radizînin û ew ava bîrê vedixwin.
Li gundê Karagoçer ê girêdayî navçeya Karataş a Edeneyê bi salan e welatiyên karkeriya demsalî û çandiniyê dikin di konan de dijîn û pirsgirêka wan av û ceryanê nehatiye çareserkirin. Li dijî vê yekê welatî bi rêbazên alternatîf pirsgirêkên av û ceryanê çareser dikin.
Welatî bi boriyan avê tînin heta nav konan û li ber her konê muslix çêkirine. Lê ava ji muslixan diherike ji ber bi xwê ye kes nikare vexwe û ji bo vexwarinê bi tankêran avê tînin û temîn dikin. Li gel vê yekê jî welatî dîsa pereyê avê radizînin.
'AVA BI XWÊ DIHERIKE’
Welatî ji trafoyên ceryanê ku ceryanê bi kabloyan kişandine rê li ber talûkeyê jî vedike. Welatî bi vê ceryanê televizyon û sarincên xwe dixebitînin. Her kon mehê 100 an 150 lîre pereye faturayên ceryanê radizîne.
Mehmet Alî Demîr da zanîn ku beriya mehekê saetên avê bi konan ve danîne û got: “Fatureya avê mehê 50 lîre tê. Em ji bo vexwarinê ji bîrekî bi tankêrê avê tînin. Em ava tê em nikarin vexwin û hem jî em fatûreyê radizînin. Her mehê konek di navbera 200 û 300 TL’yî fatûre radizîne.”