HATAY – Gundiyên gundê navçeya Kirikhan ên kurd ku li ser sînorê Efrînê ne li dijî êrîşan bi bertek in û xeter in. Welatiyek ji gund ê nexwest navê xwe bide got: “Yên li Efrînê hemû xizmên me ne. Em di nav xetereyê de li rewşê temaşe dikin. Em naxwazin xizmên bên kuştin.”
Êrîşên hewayî û yên bejahî yên Tirkiyeyê li dijî Efrînê didomin. Ji ber êrîşan li ser sînorê Hatay û Kilîsê yên cîranê Efrînê ne jî liv û tevgerek leşkerî pêk tê. Herî zêde jî gundên navçeya Kirikhan a Hatayê ya 70 kîlo metro nêzî Azezê ya ku pevçûnên dijwar lê diqewimin bi xetere ne. Di vê herêmê de sewqiyata ji bo Efrînê pêk tê. Xeta sînor a li vê heremê 24 saet bi Balafirên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) tê şopandin. Li herêma sînor ku “Herêma Ewlehiya Taybet” hat îlankirin nahêlin sivîl nêz bibin.
LI SER SÎNORÊ KIRIKHANÊ QEREQAOLA SEYAR
Li gundê Yalangoz ê Kirikhanê tedbîrên di asta jor de li dora Fermandariya Karakola Hidût a Batarya ya 21 HAWK hatine girtin. Hat zanîn ku ji Batarya êrîş li dijî Efrînê pêk nayên. Li aliyê din ê sînor dengê teqemenî û pevçûnan tê. Li aliyê din ji gundên kurdan li Încîrliyê nexweşxaneyek seyar ava kirine. Leşker û endamên koman ên ku birîndar dibin dermankirina wan li vê nexweşxaneyê pêk tê. Hat gotin ku her êvar saet di 22.00’an de sewqiyata leşkerî seranserî sînorê Kirikhanê ji bo Sûriyeyê tê kirin.
'YÊN EFRÎNÊ XIZMÊN ME NE’
Gundên navçeya Kirikhan ên Yalangoz, Încîrlî, Camuzkişlasi, Demîrkonak, Gultepe, Sucu, Kamberlî, Adalar û Kaletepe yên kurdan ku li ser sînorê Efrînê ne li dijî êrîşên Efrînê bi bertek in û xeter in. Welatiyên li gundan dijîn êrîşa li dijî Efrînê wek tehdîda li dijî xwe dibînin.
Welatiyek ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku li ser sînor li gel leşkeran endamên OSO’yê jî hatine bicihkirin û herî zêde pevçûn li Azezê diqewime. Welatî destnîşan kir ku Omerlî, Xalîlo, Bilbilê, Raco, Cindirês û Çeqala 3 roj in tê bomberankirin û got: “Yên li wan deveran hemû xizmên me ne. Wan cîhadiyên anîn wir keriyê ji qatilan pêk tên. Her yekê ji cihekî anîne wir. Em di nav rewşek xetere de liv vê rewşê temaşe dikin. Bi şev ji ber dengên bombeyan em nikarin rakevin. Dibe ku her kêlî bombe li gundê me jî bikevin. Gelê wê derê ji ber parastina ji bombeyan ketine şikeftan. Em dixwazin ku ev şer bi dawî bibe. Li herêmê gelek gundên kurdan hene lê hemûyan pişaftine. Hin ji wan vî şerî erê dikin. Em naxwazin xizmên me yên li Efrînê bên kuştin.”