SÊRT – Li Sêrtê li ser biryara dozgeriyê polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê de girt û li hundir lêgerîn pêk anîn.
Li Sêrtê di saetên êvarê de li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê de girt. Polîsan li hundir lêgerîn pêk anîn û hat zanîn ki di serdegirtinê de 2 rêveberên HDP’ê û parêzer jî amade bûn. Polîsan destûr neda hin rêveberên HDP’ê bikevin hundir.
Hinceta serdegirtinê nehat zanîn.