STENBOL - HDP'ê li Stenbolê xwest êrîşa li dijî Efrînê şermezar bike, polîsan êrîşê çalakvanan kir û herî kên li Kadikoy û Avcilarê 6 kes binçav kirin. Li Avcilarê komek nijadperest bi dar û kêran welatiyan tacîz kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest li navçeyên Kadikoy û Avcilar ên Stenbolê êrîşa li dijî Efrînê şermezar bike. Çalakvanan xwest li ber avahiya HDP'ê ya Avcilarê daxuyaniyê bide, polîsan avahî dorpêç kir û destûr neda. Kesên li derve rawestiyan, polîsan êrîşê wan kir, ketin kafe û xwaringehan kesên di hundur de jî bi zorê derxistin. Kolana ku gelek polîs û maşîneyên zirxî lê hatin rawestandin, xebatkarên çapemeniyê ji kolanê derxitin. Welatiyên di kolanê re derbas dibûn bertek nîşanê polîsan da, hena niha herî kêm 3 kes hatin binçavkirin.
Komeke endamên Ocaxên Ulkucuyan jî bi dar û kêran li ber Komeleya Ocaxên Ulkucuyan a Avcilarê kom bûn û welatî tacîz kirin. Polîs hêj li herêmê radiwestin, welatiyên di avahiya HDP'a Avcilarê de bûn, polîsan ew ji avahiyê derxistin.
LI KADIKOYÊ BINÇAVKIRIN
Girseya xwest li Kadikoyê daxuyaniyê bide, li herêma Altiyolê hemû rê hatin girtin û polîsan her der dorpêç kir, li kolanan kongrola GBT'ê kir. Di kontrolê de 3 kes binçav kirin. Girseya li Kolaya Bahariyeyê kom bû jî polîsan êrîşê wan kir. Li ser êrîşa polîsan girse li kolanan belav bû û dirûşmên ji bo piştgiriya Efrînê berz kirin.
Ruxmê êrîşa polîsan, gel li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê kom dibe.