EFRÎN - Fermandariya YPG`ê ya kantona Efrînê, bîlançoya şerê 2 rojan aşkere kir û diyar kir ku di şerê ji duh heta niha yê di navbera hêzên wan û TSK- OSO de derket 10 OSO û 4 leşkerên TSK'ê hatin kuştin.”
Li gorî nûçeya ANHA’yê, Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Kantona Efrînê derbarê êrîşên Artêşa Tirk û OSO yên li dijî Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 4 leşkerên Artêşa Tirk û 10 OSO hatin kuştin.
YPG`ê destnîşan kir ku di nava 2 rojan de TSK'ê bi 72 balafirên şer êrîşî Kantona Efrînê kir û wiha got: "Di êrişê de 108 qadên Kantona Efrînê ku di nav de hemû navçe û gelek gund jî cih digirin hedef girtin. Di nava qadên hedef hatin girtin de li gel çeperên me, Kampa Rubar a Koçberan, saziyên civaka sivîl, gelek mal û xaniyên niştecihên herêmê jî hene. TSK'ê bê serûber Efrîn bombebaran dikin. Gelê me û şervanên me li dijî êrîşan berxwedanek dîrokî nîşan didin û di cih de bersiva êrişên çeteyan didin. Di êrişan de heya niha 3 jê rewşa giran bi giştî 13 sivîl birîndar bûn û 6 sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Di nava mirî û birîndaran de jin û zarok jî hene. Hemû hewldanên dagirkirina axa Efrînê rastî bersiva tund a şervanan tên û heya niha ne Artêşa Tirk û ne jî OSO’yê karîne gavekê jî bikevin axa Efrînê. Agahiyên ku rayedar û ragihandina alîgirê AKP’ê di çapemeniyên xwe de parve dikin, rastiyê îfade nakin."
ŞERÊ GIRAN RÛ DIDE
YPG'ê da zanîn ku di 20’ê Çile de TSK'ê bi balafirên şer li navçeya Şera, li dijî 11 qadan êrîş pêk anî û wiha got: "Amadekariyên çeteyên artêşa tirk ên li ser xeta Ezazê, ku dixwestin êrîşên bejahî pêk bînin, bi destwerdana hêzên me hatin vala derxistin. Li navçeya Raco û Bilbilê yên ku dikevin ser xeta sînor, ligel êrîşên bi obus û hawanan êrîşên hewayî pêk hatin. Di encamê de ziyana maddî gihîşt welatiyên sivîl. Li ser bersivdana şervanên me li vê herêmê pevçûnên giran diqewimin. Li gelek qadên derdora navenda bajarê Efrînê êrîşên hewayî pêk hatin û sivîl dîrekt hatin hedef girtin. Li herêma Şehba, çeteyên artêşa dagirker ên ku ji Cerablûsê bi armanca êrîşkirina Efrînê derbasî herêmê hatibûn kirin bi hawanan êrîşî çeperên hêzên medikin. Di êrîşa artêşa Tirk a li ser girê Bedirxan a girêdayî herêma Cindirêsê de 3 hevalên me şehîd ketin."
BAREGANÊN LEŞKERÎ HEDEF GIRTIN
YPG'ê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku di 20`ê mehê û 21`ê mehê de TSK'ê li navçeya Şera 8 gund û bejahiya wê bi obus, hawan û tankan hedef girt û wiha bi dawî kir: "Li navçeya Cindirêsê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî 10 xalan bi 90 gulayên obus hedef girtin. Çeteyên artêşa dagirker jî li heman herêmê bi balafirên bê mirov Girê Başûr hedef girtin. Li navçeyên Şêrawa, Şiyê, Raco û Bilbilê topbarana artêşa dagirker bi tank, obus û hawanan heya sibehê bênavber berdewam kir. Di encam de li herêma pira Heşarkê 3 hevalên me şehîd ketin. Li Şehba jî artêşa dagirker û çeteyên xwe herêma Til Rifat bi obusan hedef girtin. Hêzên me weke bersiv yekser baregehên leşkerî yên artêşa dagirker ku li Kil Cibrin e bi çekên giran hedef girtin û rûxandin.
NECAR MEN KU PAVE BIÇIN
Di 21ê mehê di saet 08:00an de di navbera hêzên me û yekîneyên artêşa dagirker ên ku dixwestin li herêma Bilbilê sînor îhlal bikin pevçûn derket. Di encam de yekîneyên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin. Hewldana artêşa dagirker ya derbaskirina sînor li navçeya Şera rastî bersiva hêzên me hat û di encam de leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wî paş de kişiyan. Di encama pevçûnan de li navçeya Bilbilê 1, li Şera 2 tankên artêşa dagirker hatin îmha kirin.
Di encama şer û pevçûnan de li deverên cûda bi qasî ku hat zelalkirin 10 çeteyên OSO hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn. Di şer û pevçûnên li navçeya Bilbilê rû dan de jî 4 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin û gelek birîndarên wan hene.”