NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Misrê bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa tirk ya li dijî Efrînê da û xwest êrîşan rawestîne.
Bertekên welatên cîhanî yên li dijî operasona artêşa tirk a li dijî Efrînê zêde dibin. Wezareta Karên Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê xwest dewleta tirk êrîşên li dijî Efrînê rawestîne.
Di daxuyaniya wezaretê de ev tişt hat gotin: “Misr êrîşên Tirkiyeyê yên dijî Efrînê red dike. Ji ber ku ev binpêkirina serweriya xaka Sûriyeyê ye û pêşî li çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê digire.”
Dewleta Misrê di dewama daxuyaniya xwe de got ku rêyên leşkerî ne çareserî ye, ev yek dê aloziya li Sûriyeyê zêdetir bike. Di dawiya daxuyaniyê de, Misrê aşkera kir ku divê hemû gelên li Sûriyeyê beşdarî danûstandinan bibin û tu aliyek li derve neyê hiştin.