NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran HDP, DBP û Rêxistinên civakî êrîşa TSK'ê ya li ser Efrinê şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, bang li gelan kir û got: "Roj roja berxwedanê ye. Roj roja ku em îtîfaqa AKP-MHP'ê bavêjin ser sergo ye."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Demokratîk û Parazvanên Mafên Mirovan li Wan, Edene û Rihayê daxuyanî dan û êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê li ser Efrînê pêk hat şermezar kirin. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi tevlêbûna gelek parazvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û siyasetmedaran li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir û wiha got: "Ev êriş nayê qebûlkirin. AKP û Erdogan naxwaze kurd xwe bi rêve bibin. Ev êrîşa li dijî destkeftiyên Kurdan in. Ev êrîş hem dê zererê bide Erdogan û hem dê bide gelê Tirkiye."
WAN
Rêxistina HDP û DBP'ê yên Wanê jî bi heman armancê li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Rêveber û nûnerên KCD, TJA, HDP û DBP'ê amade bûn. Beriya daxuyaniyê bidin gelek polîs bi maşîneyên zirxî li dora avahiyê kom bûn. Cîgirê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Ozgur Aras, daxuyanî da û êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir û wiha got: "Êrîşa li ser Efrînê di serî de li dijî hemû gelên kurd û bi tevahî li dijî hemû gelên bindest pêk hatiye. Ev komkujiya siyasî, xizanî û bê edaletî ye. Ev nayê qebûlkirin."
RIHA
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Rihayê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, endam û rêveberên HDP û DBP'ê tev li civînê bûn. Polîsan avahî dorpêç kir û kolan dagir kirin. Polîsan welatiyên çûn HDP'ê di lêgerîn GBT'ê re derbas kirin. Girsê xwest li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bide, lê ji ber ku polîsan destûr neda daxuyanî li avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Welatiyan beriya daxuyaniyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin.
OCALAN: KESÊN LI DIJÎ ŞER BÊDENG IN ŞIRÎKÊ ŞER IN
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dilek Ocalan, êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir û wia got: "Îro kesên li hemberî êrîşê bêdeng dimînin şirîkê şer in. Ji bilî partiya me tu saziyan nerazîbûn neanîn ziman. Niha îtîfaqa AKP-MHP'ê hatiye asta dawî. Hûn li dijî kê şer dikin.Kê heta niha kevir avêtiye we. Kê li wir gef li we xwariye. Ev berpirsiyariya Erdogan û dewletê ye. Ev aydî itîfaqa AKP-MHP'ê ye.
Berxwedana gel çawa li Kobanê bi ser ket, dê li Efrînê jî bi ser bikeve. Kobanê îro meşale dewrî Efrînê kiriye. Em wekî gelê kurd dê heta dawî li pişt gelê Efrînê bin. Çawa Riha piştgirî da Kobanê, Riha dê heta dawî piştgiriyê bide Efrînê jî. Roj roja berxwedanê ye. Roj roja têkbirina şerê AKP-MHP'ê ye. Roj roja avêtina îtîfaqa AKP-MHP'ê ye. Yên îro li hemberî êrîşan bêdeng in şirîkê vî şerî ne."
Li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî rêxistinên HDP û DBP'ê bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê û êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir.
ŞIRNEX
Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Şirnexê jî li avahiyên xwe yên navçeyan û bajar daxuyanî dan û êrîşa li dijî Efrînê şer kirin. Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li avahiya Navçeya Navendî civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Birlik, endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, bal kişand ser helwesta AKP'ê ya hevkariya DAİŞ’ê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî hemû kurdan e. Her kes dizane 2 sal berê li dijî bajarên me heman êrîş pêk hatin. Bajrên me xera kirin û ciwanên me qetil kirin. Gelê Botanê vê êşê baş zane. Em bang li gelan dikin ku li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin."
ÎHD Û TİHV: DEST JI ŞERÊ HOV BERDIN'
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) jî li dijî êrîşa li ser Efrînê daxuyaniya hevpar dan. ÎHD û TÎHV'ê di daxuyaniya hevpar a nivîskî de bal kişand ser biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) û anî ziman ku ev biryar ne li gorî vî şerî ye. Li Tirkiye îktîdara zextan û otoriter ji bo hebûna xwe biparêze serî li van rêbazan didin. Ji bo OHAL’ê biparêze serî li rêbazên wisa dide. Em bang li îktîdarê dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe berdin û Ger ku Tirkiye dest ji van polîtîkayên xwe berdene dê nikaribe ji nava şer derkeve."