STENBOL - Ji siyasetmedaran heta aborîzanan, ji jinan heta rojnamegeran, ji hêzên demokrasiyê heta hêzên kedê, gelek kesan bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û ev tişt got: "Kesên piştgirî dane vê tevgera leşkerî, welat birine salên 1930 yên Tirkiyeyê. Dê ev operasyon 50 salan bi Tirkiyeyê bide windakirin."
Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, êrîşên li dijî Efrînê bi "Tevgera Çiqla Zeytûnê" dest pê kir û ji hewa û bejahî ve Efrîn bombe kirin. Bertekên li dijî van êrîşan dewam dikin. Ji siyasetmedaran heta aborîzanan, ji jinan heta rojnamegeran, ji hêzên demokrasiyê heta hêzên kedê, hemû beşêj civakê operasyona li dijî Efrînê lanet dikin.
BÎKG: DÎROK CAREKE DIN ME DICERIBÎNE
Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê (BÎKG), diyar kir ku bi salan e herî zêde jin ji şer bandor dibin û wiha got: "Şer bi xwe re rûxandin, acizî û hêrsê tîne. Gelên herêmê ji ber vê neyartiyê nikare tu hilberînê bike. Siyaset nayê wê manê ku mirovan bikin dijminê hev. Efrîn cihekî jiyanê ye. Bi gund, navenda bajarê xwe û nifûsa wê nêzî milyonekê ye. Dîrok careke din me diceribîne. Em ê bikiribin mirinan rawestînin, an em ê li ser mirinan jiyaneke derewîn bijîn? Divê mirov baweriya xwe bi gotinên medyayê jî neyne û ev dê piştgiriya aştiyê jî bike."
‘ŞERÊ PEVŞÊWRÎN Ê DI NAVBERA DEWLETAN DE’
Parastvanê mafê mirovan Bahadir Altan jî destnîşan kir ku ev şerê pevşêwrîn ê di navbera dewletan de ye û wiha axivî: "DYA, Tirkiye, Îran û rejîma Esad hemû ji bo berjewendiyên xwe jiyaneke nû li Efrînê zîl dida, ji cîhanê re dibû mînak, ji bo vê hişmendiya demokratîk bifetisînin, peymaneke ne sergirtî girtî û bi nivîskî kirine û li gorî wê tev digerin. Gel ji bi xwe re mekûmê ve yekê dikin. Ya rast bazara qirêj di vê çarçoveyê de dikin."
ÊRÎŞA EFRÎNÊ RÛPOŞ XISTIN
Altan, diyar kir ku bi êrîşa li dijî Efrinê rûpoşên din jî hatin xistin û wiha got: "CHP'ê berê jî ji teskereyê re got er ê. Niha hewesta wê ya teskereyê li vir jî dubare bû. Pir aşkere ye ku CHP li vir jî bi ruhê Yenîkapiyê tev digere. Em vê yekê ji bîr nakin. Divê di hilbijartinên herêmî de jî gel vê yekê ji bîr nekin. Bila êdî deng ji kesê nexwazin. Êrîşa li dijî Gazzeyê çibe êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê jî heman tişt e. Divê mirovên li Rojavayê Tirkiyeyê jî vê yekê zanibin."
'TEV LI ÇALAKIYA KADIKOYÊ BIBIN'
Altan herî dawî bang li hemû gelan kir û xwest her kes tev li çalakiya Bloka Aştiyê û Koordînasyona Li dijî Şer a sibê saet 17.00’an de li Kadikoyê pêk tê bibin. Divê gel êdî vî rûyê ku rûpoş jê ketiye xwar bibîne. Divê her kes bibîne ku tu gefên Efrînê li ser me tune ne.
EHP: HÊZA GELAN DÊ VÎ ŞERÎ TÊK BIBE
Seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sibel Uzun jî diyar kir ku bi êrîşa li dijî Efrinê Tirkiye bêtir ketiye nava şer û wiha got: "Desthilatdarî bi vê yekê amadekariyên hilbijartinê dike. Me dît ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve dîsa têk çû. Ev ne tenê têkçûna polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ye. Di heman demê de lawaziya polîtîkayên derve yên Amerika û Rûsyayê ye jî. Yên ku her dem kurdan bikin hedef dê her dem têk biçin û bi ser nakevin. Me hemûyan dît ku yên li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kirin bi ser ketin. Li Rojava serkeftinek mezin bi dest xistin. Carek din dê hêza gelan bi ser bikeve. Divê em li dijî polîtîkayên şer dîsa hêza polîtîkaya aştiyê zindî bikin."
ABORÎZAN SONMEZ: DÊ EV ÊRÎŞ BANDOREK NEYÎNÎ LI SER ABORIYÊ BIKE
Aborîzan Mustafa Sonmez diyar kir ku ji bo razemenîvanên biyanî Tirkiyeyê dikişînin cihekî ne diyar û wiha got: “Wê Tirkiye welatek wisa bê nasîn. Ji ber wê dê razemeniyên biyanî razemeniyên xwe nekin û dê ji bo siberojê jî niyetê taloq bike. Wê bibe sedema rabûna dovîzê. Bi piranî şerê bi vî awayî bandorek neyînî li ser aboriyê dike. Çunkî mirov nizanin dê ev rewş çawa bibe. Wê biryarên razemenî û xerckirinê taloq bikin. Êrîş dê bandorek neyînî li ser butçeyê jî bike. Wê baca gel jî ziyan bibe. Dawiya êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê nayê zanîn. Dê Ev hemû bandorê li ser aboriya Tirkiyeyê bike.”
‘GEL ALÎGIRÊ AŞTIYÊ YE’
Sonmez da zanîn ku êrîş bêhtir manevraya li dijî polîtîkaya hundirîn e û wiha axivî: “Yên ku ev gav avêtin dixwazin bandorê li ser hilbijêran bikin. Ji ber wê şov dikin. Wekî gaveke ku sempatiya hilbijêran kom bike tê dîtin. Dema bibînin ku gihîştine armaca xwe dê pêngavê hêdî bikin û heta dibe ku vekişin jî. Pêwîst e Tirkiye girêdayî prensîba ‘Li welat silh û li cîhanê silh’ tev bigere. Zimanê şer tiştekî nade destê Tirkiyeyê. Berovajiyê wê dê aştî û biratiya hundir perçe bike. Dibe ku ev şer Tirkiyeyê bixe çiravekî. Lê pêwîst e ev şer vegere aştiyê. Berjewendiyên hemû gelên li Tirkiyeyê di aştiyê de ye.”
TAHMAZ: EV ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E
Sekreterê Giştî yê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî destnîşan kir ku êrîşa li dijî Efrînê pêvajoya 50 salan a Tirkiyeyê û herêmê daye windakirin û wiha pê de çû: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ya Tirkiyeyê ku dixwaze polîtîkaya li Rojhilata Navîn bide meşandin, li dijî kurdan ava kiriye. Dixwazin tirsa komarê li dijî kurdan ava bikin. Ji parlamentoyê heta yên derveyî parlamentoyê destek dane êrîşên li dijî Efrînê. Tirkiyeyê veguherandine Tirkiyeya salên 1930’yan. Ev şer ji bo Tirkiyeyê windahiyek 50 salan e.”
‘ÊRÎŞÎ HEVREJIYANA GELAN DIKIN'
Tahmaz, derbirî ku rageşiya li holê herêm û Tirkiyeyê raneke û ev tişt got: “Êrîşa li dijî Efrînê, di heman demê de li dijî hevrejiyana gelan e. Bêyî ku dem bê windakirin divê dest ji van êrîşan berdin. Hemû hêzên kûrewî û Tirkiye, êrîşî hemû gelên ku dixwazin bi hev re bijîn dikin. Em ne di ferqa vê yekê de ne, yan jî em di ferqê de ne lê dengên xwe dernaxin. Ev rewş pêşeroja me didize û tarî dike. Em vê baş dizanin. Ev şerekê ji rêzê nîne. Dixwazin dijminantiyê bixin nava gelan.”
'HEMÛ KESÊN BI WIJDAN DIVÊ ÎTIRAZ BIKIN'
Tahmaz, bang li gelên li Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû kesên bi wijdan divê vî şerî red bikin. Divê ev yek bê dîtin; ên ku her roj digotin demokrasî û edalet, ez besha muxalefa sere jî dikim, niha piştgiriyê didin vê operasyonê. Qaşo dixwazin wisan yekitiya xwe ya neteweyî nîşan bidin. Lê divê em baş zanibin heya ku em li dijî şer dernekevin, ji dijminantiya kurdan re nebêjin êdî bes e, em ê tu pirsgirkên li Tirkiyeyê çareser nekin. Divê em vê baş zanibin.”