AMED - Der bare Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî polîsên xwestin çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya derbarê êrîşan Efrînê de asteng bikin, bertek nîşan da de, lêpirsin hat destpêkirin.
KCD, HDP, TJA û DBP’ê ji bo şermezar kirina êrîşîn Artêşa Tirk û OSO yên li ser Efrînê, xwestin li ber avahiya Rêxistina HDP’a Amedê daxuyanî bidin, lê polîsan mudaxileyê çalakiyê kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi awayekê lezgîn çû biryarê û darbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de lêpirsîn da destpê kirin.
Polîsan destûr nedan ku daxuyanî li ber avahiya partiyê bê dayîn. Ji ber ku endamên partiyê li dijî vê yekê derketibûn, nîqaş dinavbera polîs û siyasetmedaran de derketibû. Di vê navberê de Hevseroka KCD’ê Guven bertek nîşanî polîsên ku destûr nedan derbikevin derve da û wiha bertek nîşanî polîsan dabû: “We ev der dagir kiriye. Hûn dargirkerin. Ji avahia partiyê derbikevin.”