Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, pirsa "Yên destûra operasyonê dane Tirkiye li beramberî kijan berdêlê destûr dan" pirsî û wiha got: "Ger ku Suleyman Şah 'Şaxa Zeytûnê be" wê demê operasyona Efrînê jî şikandina şaxa Zeytûnê ye. Li hemû şaristanên Rojhilata Navîn Zeytûn sembola aştiyê ye. Peywira me hemûyan ewe ku em bi hevre vê lîstikê xera bikin."  

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, beriya civîna meclîsa partiya xwe têkildarî êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna ku li avahiya Navenda HDP'ê pêk hat de endam û rêveberên HDP'ê amade bûn. Bîlgen bal kişand ser lîstika operasyona li dijî Efrînê û wiha got: "Operasyon di 20'ê Çile de dest pê kir. Ev dîrok xwedî wateyek pir sembolik e. Yên xwestin Projeya Rojhilata Navîn (BOP) têxin meriyetê. di sala 2000’an de di heman dîrokê de bi şovên dîtbarî dabûn destpêkirin. Dixwazin bi riya medya her tiştî şolî bikin û ser rastiyan veşerin. Yên di televîzyonan de tevliheviyê dikin û mejiyê gel şolî dikin divê lêporîna xwe ji gel bixwazin. 
 
DI ROJA KRÎTÎK DE WEKÎL ŞANDIN DESTÛRÊ
 
Daxuyanî dan û diyar kirin ku di hedefa wan de DAÎŞ heye. Beriya niha Serokwezîr jî heman daxuyanî da. Di vê saetê de li gelek bajaran li dijî êrîşan daxuyanî tê dayîn. Avahiya me ya Amedê dorpêç kirine û destûr nadin daxuyaniyê bidin. Tirsa wan a ji aştiyê her tiştî nişan dide. Ji bo ev mijar li meclîsê neyên niqaş kirin meclîs xistin betlanê. Îro meclîs di betlanê de ye.
 
VÎNA JIYANA HEVPAR BOMBE DIKIN
 
Yên Tirkiye bi rêve dibin bi vê operasyonê jiyana hevpar û vîna hevpar a gelan bombe dikin. Di demek pir nêzîk de li hewşên dibistanan de bombe diteqiyan. Lê wê demê qet operasyon ji bo xwe nekir armanc. Dibêjin şevê din bombe avêtin Kilisê. Lê di navbera Efrîn û Kîlîsê de çend kîlometre heye. Ev bixwe manipülasyon e. Serokwezîr dibêje 'Li wir zilm heye' Ger ku li Efrînê zilm hebe, çima ew însan koç dikin û berê xwe didin Efrînê. Çima Efrînê wekî stargeh dibînin. Çima nifûsa Efrînê 3 qat zêde bû. Çima Erebê sûnî hatin wir. Berdêla vê alozî û tevliheviyê jibo Tirkiye dê pir giran be. 
 
YÊN DESTÛR DAN ÇI JI TIRKIYE XWESTIN? 
 
Ev bombekirin li dijî avakirina jiyana pevar a gelan e. Li dijî pêşeroja hevpar a gelan e. Tirkiye bû şahidê veguhestina Tirba Suleyman Şah. Ger ku tirba Suleyman Şah 'şaxa zeytûnê' bû. Operasyona li dijî Efrînê jî şikadina Şaxa Zeytûnê ye. Kesên destûr dan vê operasyonê armanca wan cûda ye. Em dipirsin Rûsya ya destûr da operasyona çi ji Tirkiye qut kirin.? 
 
ZEYTÛN REMZA AŞTIYÊ YE 
 
Destûra operasyonê ‘Şaxê Zeytûnê.’ Zeytûn li tevahiya şartistaniyên Rojhilata Navîn remza aştiyê ye. Di quranê de jî navê zeytûnê derbas dibe û quranê ji xwe re dikin amûr. Lê ev êrîş gazîkirinek din bibîr dixe. Saddam jî bi salan berê têgehek ji Quranê ‘Enfal’ tercîh kiribû. Serokatiya Karê Diyanetê rolek balkêş dileyîze. Radibe navê Sûreya Fetihê li bobelatek wiha dike. Îslam selamet û aştiye. Tu feydeya vê êrîşê ji bo gelên Rojhilata Navîn tune ye. Berovajî vê yekê dê gelek windahiyan bixwe re bîne.” 
 
YÊN ÇAVÊ XWE DIGIRIN NABIN MUXALEFET 
 
Yên çavê xwe ji herikîna xwîn re digirin û ji xwînê xwe xwedî dikin nabin muxalefet. Divê muxalefet nebe şîrîkê vî şerî û divê ezmûna ewil bide. Yên ku îro li Efrînê li ber xwe didin dê Tirkiyeyê ji feraseta çar rizgar bikin. Elewî, kedkar, oldar, xizan şer dixwazin gelo? Heke ku gel şer naxwaze kî vî şerî dixwaze? Em ê her hewldanek li dijî şer destek bikin. Em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
Daxuyanî bi slogana “Bijî berxwedana Efrînê” xelas bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/01/2018
23:21 Li Enqereyê rojnamevan, hunermend û siyasetvan hatin binçavkirin
20:35 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
18:12 Nûçegihanê Ronahî TV li Efrînê birîndar bû
17:45 Cenazeyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi girseyî veşartin
17:12 7 siyasetmedar tehliye bûn
16:53 Dadgeha Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP’ê Yildirim da
16:52 Îdiaya TSK'ê 14 endamên OSO kuştin
16:42 Li ser nerazîbûnan Asayîşa PDK'ê çalakvan berdan
16:34 Îdiaya cilên yek tîp şandin Girtîgeha Sîlîvriyê
16:27 Leşkeran mudaxeleyî gundiyên xwedî li axa xwe derketin kir
16:07 QSD: Êrîşa li dijî Efrînê piştgiriya DAIŞ'ê ye
16:03 Dê sibe rojnameger Ergul derxin edliyê
16:03 Îdiaya zarokê 16 salî hewl da întîxar bike
15:46 'Dê li Efrînê gel qezenc bikin'
15:41 TSK’a êrîşî Serêkaniyê kir
15:12 'Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixê ye'
15:11 Li dijî cilên yek tîp kampanya dan destpêkirin
15:08 Xwedîderketina li Efrînê zêde dibe: Em ê nebin şîrîkê vî şerî
15:00 Binçavkirina rojnameger Ozlu hat dirêjkirin
14:57 Roket li qereqolê ket: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
14:26 Erdogan hedef nîşan da nijadperestan êrîş kir
14:26 Rojnameger Îshak Karakaş hat binavkirin
14:12 ESP: Em ê teslîm nebin
14:11 Ev jî lîsteya Andiçê AKP'ê ye
14:09 Rojnameger Îdrîs Yilmaz hat girtin
14:07 Der barê Onlu yê HDP’ê de lêpirsîn vekirin
13:23 Banga partiyên kurd a ji bo Efrînê: Çalakiyên demokratîk bilind bikin
13:17 Yildirim: Dîyanet bûye maşika AKP’ê
13:00 Nijadperest êrîşê rojnameya Afrîkayê dikin: Ew ji bo min dagirkerin
12:18 Polîsan deriyê mala Nivîskar Baysal şikandin û binçav kirin
12:01 Welatiyên Colemêrgê: Rûsya îxanet li kurdan kir
12:00 Wekîlên HDP'ê yên Wanê: Êrîşa li dijî Efrînê dagirkerî ye
11:48 Fermandarê YGP’ê Hemo: Rûsya û Tirkiye di nava tifaqek qirêj de ne
11:44 Polîsan bi ser malên rojnamger Eskîn û parêzer Zîlan de girtin
11:23 Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê
10:52 Dayikên Şirnex û Mêrdînê: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin
10:40 Jin dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin
10:12 9 lêpirsîn li qeyûmê Şirnexê vekirin
10:04 ‘Gelê Amedê bi hêrse’
09:57 Li Swêdê ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ ava kirin
09:45 'Ne girtîgeh îzolasyon û navenda îhlalê ye'
09:26 Oldar: Fermana Diyanetê ne Îslam e nijadperestiye
09:25 Şêniyên Sûrê: Bi destê dewletê hişbirê li Sûrê belav dikin
09:23 Nûnerên jin: Em wek Kobanê xwedî li Efrînê jî derbikevin
09:22 ‘Em ê bi xweparastinê hestiyên qorika zilamtiyê bişkênin’
09:21 Parvekirina gora kurê wî kirin sûc
09:19 Nikarin avê vexwin lê pere radizînin
09:19 Di OHAL’ê de jin: Em di bin tirsê de dijîn
09:18 Nûnerê partî û rêxistinan: Divê gelê me li metrepolan dakevin qadan
09:17 Gundiyên sînor bi bertek in: Efrînî xizmên me ne
09:00 ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2018'AN
21/01/2018
22:50 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de jî girt
22:00 Navê 7 jê zarok 8 kesên li Efrînê hatin kuştin aşkere bûn
21:33 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sêrtê de girt
18:43 Kobanê ji bo Efrînê meşiya
18:05 Di êrîşên Tirkiyeyê de li Efrînê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibin
17:41 Leşkerên derketin operasyonê di bin şepê de man: 5 leşker mirin
17:38 Li Stenbolê mudaxale: 6 kes binçav kirin
17:07 YPG: 4 leşker û 10 OSO hatin kuştin
16:46 Gelê Silêmanî û Êzîdî li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
16:45 Rojnameger Yîlmaz hat binçavkirin
16:39 Misir: Divê Tirkiye êrîşan rawestîne
16:39 Dozgeriyê der barê Bîlgen û Yildirim da jî lêpirsîn da destpêkirin
16:26 Ocalan: Roj roja berxwedanê ye
16:11 Arslan: Em bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin
15:41 ‘Operasyona Efrînê dê Tirkiye 50 salan paşve bixe'
14:47 Li Bedlîsê 2 leşker mirin 3 winda, 7 jî birîndar bûn
14:44 Der bare Hevseroka KCD’ê Guven de dest bi lêpirsînê kirin
14:39 Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin
14:13 Partiyan êrîşa Efrînê şermezar kir: Li dijî êrîşa li ser Efrînê dakevin kolanan
13:57 ‘Dê bedelê êrîşa li dijî Efrînê giran be’
13:55 YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin
13:22 Artêşa Tirk bi balafiran êrîşe sivîlên Efrînê dike
13:10 Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike
13:01 Polîsan li Amedê mudaxeleyî çalakiya êrîşên li dijî Efrînê kir
12:55 Artêşa Tirk keçeke biçûk bi giranî birîndar kir!
12:36 Malên Gel: Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye
12:35 ‘Dê her roja êrîşên Efrînê şermezar bikin’
12:13 Erdogmuşê HDP'î Diyanet şermezar kir: Sureya Fetihê aştiyê vedibêje
12:02 Polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin
11:39 Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye
11:33 Medya nêzî AKP'ê êrîşa li dijî Efrinê wekî 'Cejnê' îlan kirin
11:32 Malbatên Pirsûsê: Heke zarokê me li jiyanê bûna dê dest bidana Efrînê
11:09 Tirkiyeyê gundê Baliyayê bombe kir
11:02 Welatiyên Hatayê: Divê êrîşa li dijî Erfînê demil dest bê rawestandin
10:47 Hevseroka Tevgera Azadî: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî Kurdistanê ye
10:29 Piştevaniya Mor lez dan xebatên rêxistinkirinê
10:27 Êrîşa li dijî gund şikandin
10:17 Îlham Ehmed: Li tevahiya cîhane rabin serhildanê
10:05 Xwendekara hat revandin: Bi qûndaxa çekê li serê min dan
09:48 Birayê Yehyayê biçûk ê di bombebaranê de mir, kêliyên êrîşê vegot
09:24 Geveriyan: Gelê Efrînê yê berxwedêr dê qezenç bike
09:22 ‘Avakirina 60 santralên din pirsgirêka avê mezintir bibe'
09:21 Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e
09:20 Qedexeyê mala wan xera kir, lê dîsa jî hewl didin bijîn
09:19 ‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'
09:18 ‘Wê girtiyên azadiyên yektîpiyê qebûl nekin'
09:17 Çîçek: Em ê ji 10 hezar Stenbolî bibin Enqereyê
09:16 Wezîr Dadgeh nas nekir
09:15 Dayika keça wê li Reqayê jiyana xwe ji dest da: Em destûr nadin êrîşa li dijî Efrînê