STENBOL - Partiyên Tirkiye bertek nişanî êrîşa li ser Efrînê dan û xwestin li dijî êrîşa li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Partiyan destnîşan kirin ku kesên li cem êrîşa li ser Efrînê cih digirin, piştgiriyê didin avakirina diktatoriyê. Li dijî êrîşa Efrînê dakevin kolanan."
MALÊN GEL: ŞERÊ EFRÎNÊ ŞERÊ AVAKIRINA DÎKTATORIYÊ YE
Malên Gel êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê şermezar kir û diyar kir ku şerê li dijî Efrînê şerê avakirina diktadoriyê ye. Li ser navê Malên Gel Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy daxuyanî da û êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê pêk hat şermezar kir. Malên Gel, di daxuyaniya bi ser navê "Şerê Efrînê şerê avakirina Dîktatoriyê ye" de diyar kir ku divê her kes ji bo welatekî azad û aştiyane ava bikin ala biratî, aştiyê bilind bikin. Malên Gel di daxuyaniyê de wiha got: "Her ku îktidara AKP'ê dikeve nava tengasiyê rêngê rêveberiya Tirkiye kiriye rêveberiya şer. AKP li ser navê "Mutabakata Neteweyî" dîsa xwe avêt hembêza şer. Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye. Operasyona perçekirina muxalefetê û hewldana yekîtiya hêzên rastgir e. Ji bo welatekî azad û aştiyane ala ku îro em bilind bikin ala aştî û biratiyê ye. Divê em ala aştî û biratiyê bêtir bilind bikin. "
EMEP: ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN YEKÎTIYÊ PERÇE DIKE
Serokê GişTî yê EMEP'ê Mehmet Turkmen, diyar kir ku demek dirêj e amadekariya vê operasyonê tê kirin û medya nêzî îktidarê vê operasyonê wekî cejn û serkeftinek mezin derdixe pêş. Turkmen, anî ziman ku nêzî milyonek mirov li Efrînê dijî û piraniya wan ji şerê bajarên din koç kirine û hatine li Efrînê bi cih bûne û wiha got: "Niha bajarê milyonek mirov lê heye tê bombekirin. Berdevkê îktîdara Erdogan qerfê xwe bi cîhanê bikin diyar dikin dê Efrînê azad bikin. Lê berê jî gelên hatine li Efrînê bi cih bûne di nava jiyanek demokratîk de xwe bi rêve dibin. Ev êrîşa li dijî yekîtiya gelan e. Ji ber Erdogan li welatê xwe pirsgirêka kurd çareser nake êrîş dike. Ev şer bêtir Tirkiye dixe nava şerê navxweyî. Şert û mercên yekîtiya gelê kurd û tirk perçe dike.
Em bang dikin ku her kes li dijî vî şerê derkevin û bêjin raweste."
ESP: LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DERKEVIN KOLANAN
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir. ESP’ê wiha got: “Di vê êrîşê de berjwendiyên karkerên çînî û bindestan tune ye. Ji bo berjewendiyên me ne şerê qesrê ye aştiya gelan e. Ji bo em şerê li dijî imhaya gelê kurd re bêjin na û parvekirina emperyalîstan rawestînin divê em derkevin kolanan û qadan. Xwedî derketina li Efrînê bersivdayîna li dijî serdestan e. Dîrok şahidê me ye, yên li Kobanê û Reqayê DAIŞ’ê tune kirin, dê li Efrînê jî DAIŞ’ê û hemû komên cîhadî ku piştevaniya desthilatdariyê dikin rastî têkçûnê bên. Vê êrîşa dawî ya li dijî Şoreşa Rojava pêk tê dê dawiya mêtingeran û dîktatoriya qesrê bîne. Em li dijî dagirkirina Efrînê derkevin kolanan.”
JI BO CÎHANEK NÛ BANG: EV ŞER NE ŞERÊ ME YE
Ji bo Cîhanek Nû Bang jî daxuyaniya nivîskî da û got: “Dewleta tirk û hikumeta AKP’ê li Bakûrê Sûriyê naxwazin ku ku kurd û gel xwe birêve bibin. Ji mafê bidestxistina neteweyî ya kurdan aciz in. Kurdan wek ‘ewelehiya xwe’ talûke dibîne. Naxawazin kurd pergala xwe ava bikin û xwe birêve bibin. Kurd jî xwedî mafê xwe yê birêvebirinê heye. Di serî de dewleta tirk û hemû dewletên din mafê wan ên mafê kurdan ji holê rakin tune ye. Şerê li Efrînê ne şerê me ye. Ev şer ji bo gelan tê wateya tune hesibandina gelan. Tu feydeya vî şerî ne ji bo gelê kurd û hemû gelên din tune ye.”