ENQERE - Nivîskar Temel Demîrer, diyar kir ku DYA û Rûsyayê destûr dane êrîşên li dijî Efrînê û wiha got: “Ev êrîş dê Emeriqayê, Rûsyayê, Yekîtiye Ewropa û Elmanyayê pir kûr bandor bike. Bêguman dê bedelên dînîtiya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê giran be.”
Êrîşên li dijî Efrînê di roja duyan de ber dewam kirin. Êrîşên bombebaranên duh îro jî bi tevgera hewayê û operasyona bejawî berdewam kirin. Nivîskar Temel Demîrer, darbarê êrîşên li dijî Efrînê de axivî û wiha got: “Maliyeta êrîşa li dijî Efrînê de pir giran be.
Nivîskar Demîrer, diyar kir ku pirgirêkin giran ên navxweyê yên Tirkiyeyê hene û wiha axivî: “Dewleta Tirk li dijî van pirsgirêkan êdî bi şovenizm û netewperestiyeke tekçî nêz dibe. Tevgera li dijî Efrînê, tevgera tepsandina pirsgirêkên li Tirkiye û Amedê ye. AKP dixwaze bi vê operasyonê dengên xwe bilind bike.”
‘DYA Û RÛSYA DESTÛR DANE VÊ OPERASYONÊ’
Demîrer, anî ziman ku êrîşa li dijî Efrînê bi helwesta DYA û Rûsyayê ve girêdayî ye û wiha bilêv kir: “Ger DYA, Rûsya û Sûriyeyê piştgirî nedaban dê, ev tevgera lêşkerî pêk nehata. Ne mimkûn bû ku tevgerek wina pêk were. AKP har bûye û îro Tirkiye xistiye nava nobeteke dînîtiye. Divê li şûna vê yekê operasyaonek demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pêş bixin.”
CANGIZBAY: EM KETINE NAVA HERIYÊ Û DI PERPITÎN
Prof. Dr. Kadîr Cangizbay jî, diyar kir ku Erdogan û AKP’ê dijminan tim ava dike û wiha axivî: “AKP ji bo xwe tim dijminan ava dike. Hin beşên cuda weke dijmin îlan dike. Ev yek jî êdî bûye ji rêzê. Encama operasyona li dijî Efrînê ne diyare. Ji xwe ev çend salin em ketine nava heriyê û di perpitin. Êdî me ji xwe re jî gotiye tu dijminî. Polîtîkayan DYA û Rûsyayê du alîne. Ew her tim du alî dilîzin.”