AMED – Polîsan mudaxeleyî çalakiya protestokirina li dijî êrîşên Efrînê ya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê kir. Welatiyên li hev kom bûn bi slogana “Bijî berxwedana Efrînê” bertek nîşanî mudaxeleyê dan.
Li ser banga KCD’ê, DBP’Ê, HDP’ê û TJA’yê gel li dijî êrîşên li ser Efrînê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê kom bûn. Beriya daxuyanî li ber HDP’ê bê dayîn bi sedan polîsan avahiyê xistin bin dorpêçê. Polîsan ber deriyê avahiyê xwe kirin bariyer û destûr nedan li dar xistina çalakiyê. Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Ziya Pîr û Îmam Taşçier, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan welatî xwestin derbikevin ber avahiyê daxuyanî bidin. Lê polîsan destûr neda girseyê.
Polîsan bi boneya OHAL’ê ji yên xwestin daxuyanî bidin re îdia kir ku çalakî qedexeye. Polîsan bi gotinên “Hûn nikarin derbikevin derve, em destûrê nadin” gef li girseyê û siyasetmedaran xwarin.
POLÎSAN AXAFTINA ARSAN ASTENG KIR
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bertek nîşanî polîsan da û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Em ê derbikevin derve. Tu jî ya pêwîst bike. Ma hûn dagirker in? Hûn nikarin derenceyan dagir bikin.”
Wekîlê HDP’ê Ziya Pîr jî got: “OHAL nikare xebatên partiya siyasî asteng bike.” Pîr xwest polîs xwe ji ber avahiyê û ji ser derenceyan rabikin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got: “Derence aîdî avahiyê ne. Em ê daxuyaniya xwe bidin. We vir veguherand Efrînê. Em bi biryar in.”
Di vê navberê de welatiyên derketina wan a derve ji aliyê polîsan ve hat astengkirin sloganên “Efrîn Amed e, Amed Efrîn e”, "Bijî berxwedana Efrînê”, "Ji bo Efrînê serî hilde”, "Em ê ji bo Efrînê bêdeng nemînin” û “Efrîn dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin û bertek nîşanî helwesta polîsan dan.
Saetek bi polîsan re muzakere pêk hat, lê encamek jê derneket. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan di nav dorpêça polîsan de daxuyanî da. Arslan wiha got: “Em êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li dijî vê yekê derbikevin.” Lê polîsan axaftina Arslan asteng kir. Di vê navberê de di navbera welatî û polîsan de rageşî qewimî. Polîsan bi darê zorê welatiyan xist hundirê avahiyê.
Piştî rageşiyê dîsa hevdîtinan encam neda. Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Camci bertek tund nîşanî pêkanîna polîsan da û bi van gotina daxuyaniyê bi dawî kir: “Me bi vê sekna xwe jî peyama pêwîst da.”
Li derdora avahiya HDP’ê dorpêça polîsan dewam dike.