EFRÎN - Artêşa Tirk ku li herêma Raco êrîşî sivîlan kir, li gundê Edame di topbaranê de keçeke biçûk bi giranî birîndar kir.
Balafirên Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li dijî Efrînê yên hewayî û bejahiyê didomîne. Artêşa Tirk top avêt gundê Edame yê herêma Racoyê. Ji ber topbaranê keçeke biçûk bi giranî birîndar bû. Ji ber ku êrîş dewam dike keça birîndar nikarin bibin noqteya tenduristiyê.
Artêşa Tirk a ku êrîşên xwe didomîne, bi topan êrîşî Çiyayê Bîlalê Hebeş û gundê Cenveliyê dike.