ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Nimetullah Erdogmuş, helwesta Diyanetê ya xwest di dema êrîşên li dijî Efrînê de ji bo TSK'ê Sureya Fetihê bixwîne şermezar kir û wiha got: "Fetîh ne şer e. Wateya aştiyê ye. Lê piştre wateya dagirkerî, metîngerî û şer lê bar kirine."
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nimetullah Erdogmuş, helwesta diyanetê ya xwet di operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê de li hemû mizgeftan sureya Fetihê bixwînin rexne kir û wiha got: "Wate û naveroka Sureya Fetihê berovajî dikin. Sureya Fetih, sureya 48'emîn a Kuranê ye. Aştiya Hudeybiye diyar kiriye. Sureya herî girîng e. Wateya aştiyê pênase dike. Wekî 'Aştiya bi rûmet û serkeftinek pir geş' pênase dike. Di peymana Aştiyê ya Hudeybiye de ji bo pêşember û hevalên wî bi fikar bû."
DÎROKÊ BEROVAJÎ DIKIN
Erdogmuş, anî ziman ku nekarîbûn înfala Hz. Omer, veşêrin û wiha got: "Hz. Muhammed (S.A.V) jî got: 'Em gihiştin armanca xwe ya aştiyê. Sureya Fetihê nazîl bû. Fetih, êdî ne şer wate û navê aştiyê bû. Lê mixabin piştre wate û navê wê guhertin. Kirin wateya dagirkerî şer û tundiyê. Wekî îro berovajîkirina dîrokê dubare dibe. Wekî Serokatiya Karê Diyanetê ol dikin amûrê siyasetê. Ferman didin ku li mizgeftan Sureya Fetihê bixwînin. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim. Oldarên vê yekê pêk tînin jî şermezad dikim."