STENBOL - Bavê Vatan Budak ê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da Murat Budak, diyar kir ku AKP ji bo xwe biparêze şer derdixe û ev tişt got: "Heke zarokên me li jiyanê bûna dê dest bidana gelê Efrînê. Em ê jî ji bo Efrînê têkoşînê bidin."
Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, êrîşa hewayî li dijî Efrînê dest pê kir û bertekên li dijî êrîşan zêde dibin. Malbatên ku zarokên wan di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê dan. Bavê Ugur Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan, destnîşan kir ku ew malbatek aştîxwaz e, her dem aştiyê diparêzin û wiha got: "Me zarokên xwe di rêya aştiyê de winda kir. Teqes em li tu derê şer naxwsazin." Ozkan diyar kir ku dê êrîşa li dijî Efrînê karesatê bi xwe re bîne û wiha axivî: "Ne tenê Tirkiye, hemû erdnîgarî ji vî şerî bi bandor dibe. Yanî hikumet rabûye divê her tiştî tev li hev dike, dê ev yek karsatê bi xwe re bîne."
'ÊRÎŞ NIJADPERESTÎ YE'
Hevjîna Cemîl Yildiz Sultan Yildiz, aşkera kir ku dê êrîşa li dijî Efrînê ji derveyê mirinan tu tiştî neyne û wiha pê de çû: "Kê dibe bila bibe û sedem çi dibe bila bibe, em dijî şer in. Ne hedê dewletekê ye bikeve nav axa dewleteke din. Em vê naxwazin. Ev êrîşa li dijî kurdan e. Ji derveyê nijadperestiyê ne tu tişt e."
'GELÊ EFRÎNÊ NE BI TENÊ YE'
Bavê Vatan Budak Murat Budak jî anî ziman ku zarokên wan ji bo Kobanê ava bikin çûbûn, ew jî di rêya wan de dimeşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta TC'yê bi êrîşa li dijî Efrînê re şer derxist. Em dizanin ku heke zarokên me li jiyanê bûna dê dest bidana gelê Efrînê. Em ê jî ji bo Efrînê têkoînê bidin. Em dizanin ev hikumet ji xwînê têr nabe, ji bo xwe biparêze şer sor dike. Em vê baş dizanin. Bila bizanibin ku gelê Efrînê ne bi tenê ne."
‘DÊ JI BINÊ VÊ BERPIRSYARIYÊ ÇAWA RABE?'
Birîndarê Pirsûsê Kenan Yildiz derbirî ku êrîşa li dijî Efrînê gelekî bê wate ye, desthilatdarî ji bo hêza xwe serwer bike, li her derê Tirkiyeyê teqîn pêk anîn, komujî kirin û ev tişt anî ziman: "Tenê ji bo tu desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlî, sedema ew qas şidetê çî ye? Ji Rojava yek gule jî neavîtine Tirkiyeyê, çi karê Tirkiyeyê li wir heye? Dê ji binê vê berpirsyariyê dernekeve." Yildiz bi lêv kir ku ew êrîşa li dijî Efrînê qebûl nakin û aşkera kir ku dê tu encamê bi dest nexin.