NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir û wiha got: "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye."
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, piştî kongreya damezrandinê, der barê xebatên kongreyê û êrîşên li dijî Efrînê ji ANF'ê re axivî. Şakir diyar kir ku bi beşdariya 711 delegeyan kongreyeke serketî pêk anîne û karê wan wê ji niha û pê ve hem li Iraqê hem jî li Başûrê Kurdistanê bi rengekî fermî bidome. Şakir, da zanîn ku pêwîstiya Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi nêrîn û karekî nû yê siyasî heye û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêwîstiya siyasetê û civakê bi mejî û karekî nû heye. Pêwîstî bi feraseteke nû ya siyasetê heye. Civaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê civakeke dînamîk e. Ev civak di nava lêgerînê de ye. Em jî dixwazin bibin bersiv ji vê lêgerînê re. Ji bo bernameyeke nû deynin ber gelên xwe, em hatin. Dirûşma bernameya me demokrasî ye, zîhniyeta demokratîk e."
Şîlan Şakir, tevlebûna jinan a kongreya Tevgera Azadî jî nirxand û wiha berdewam kir: "Jinan mohra xwe li kongreyê dan. Ev yek di dîroka Iraqê û Başûrê Kurdistanê de gavek nû ye. Cara yekem e di vê astê de jin bi xurtî tevlî partiyekê dibin û cihê xwe li rêveberiyê digirin. Cudahiya me ev e. Em baş pê zanin, eger li nava civakê jin azad nebe, civak jî azad nabe."
JIN DIKARIN CIVAKÊ BIGUHERÎNIN
Şakir, destnîşan kir ku jin dikarin vê sîstemê biguherînin û wiha lê zêde kir: "Em dibêjin, jin dikarin bi erka pêşeniya civakê rabe. Îro li Iraqê û Başûrê Kurdistanê her roj jin tên kuştin, rastî îşkence û destdirêjiyê tên. Em bawer dikin ku guhertin dê bi pêşengiya jinan pêk bê. Li Başûr mûxalefet nîne. Yên ku digotin wê mûxalefetê bikin, bûn parçeyek ji hikumetê. Ji bilî Tevgera Azadî îro mûxalefet nîne. Ji bilî me alternatîfek jî nîne. Em dibêjin, pirsgirêkên giran ên gelê me hene û ji bo çareserkirina wan em projeyan diafirînin."
Şakir, da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêkên bi hikûmeta navendî re bi rêya diyalogê çareser bikin.
HIKÛMETA TIRKIYE JI BO TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ DIKE
Şakir herî dawî êrîşên li dijî Efrînê jî şermezar kir û wiha got: "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji aliyê aborî, pirsgirêkên navxweyî û îtîbarê ve hilweşiya ye. Ji aliyê siyasî ve jî têk çûye. Ji bo nixumandina vê yekê êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike. Ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre, li dijî Efrînê şer îlan kiriye. Weke Tevgera Azadî em êrîşa li ser Efrînê weke êrîşa li dijî çar parçeyên Kurdistanê dibînin. Dewleta Tirk bi PDK'ê re li hev kiriye û êrîşî herêmên Bradost û Soran dike. Li dijî van her du êrîşan pêwîstî bi helwesteke cidî heye. Jinedîtî hatina dagirkirina Efrînê wê li çar parçeyên Kurdistanê rê li ber şikestineke mezin veke. Şikestina dewleta Tirk a li Efrînê wê were wateya şikestina wê li her cihî. Lê belê parastina Efrînê jî ne tenê wezîfeya Efrînê û Rojava ye. Wezîfeya me hemûyan e."