NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên girêdayê TSK'ê êrîşê gundê Baliyayê ya Efrînê kirin û di navbera wan û şervanên YPG û YPJ`ê de şer derket. Hat gotin êrîş hatiye şikandin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê artêşa tirk û komên girêdaye wê bi top û hewanan hewl da derbasî gundê Baliyayê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê bibe, di navbera wan û şervanên YPG û YPJ`ê de şer derket. Li ser berisvdayîna şervanan, êrîşa li dijî gund şikest û hêzên TSK'ê paşve vekişiyan.
Li gorî nûçegihanên ANHA'yê yên ku ji herêmê agahiyan didin, tenê topeke artêşa tirk li herêmê maye û şervanên YPG û YPJ`ê derbeyan lê didin.
Hat gotin ku di vê navberê de balafirên artêşa tirk jî li ser herêmên Efrînê digerin.