ENQERE - Hasret Korucu diyar kir ku 3 kesên bi rûpoş xwe wekî polîs dane naskirin û ew revandine, şideta derûnî û fîzîkî li wê kirine û wiha got: "Ji ber ku min gefên wan qebûl nekir, bi qûndaxa çekê li serê min û laşê min dan."
Xwendekara lîseyê Hasret Korucu ya 17 salî, aşkera kir ku 3 kesên bi rûpoş destpêkê xwe wekî polîs û piştre wekî "dewlet" dane naskirin, li kolana Meşrutiyetê bi Dobloyek spî ew revandine. Korucu diyar kir ku piştî hat revandin, 2 saet şûn de ew danîne kuçeya mala wan û aşkera kir ku berî sal û nîvekê jî kesên xwe wekî polîs dane nasîn ew revandine û sîxûrî li ser wê ferzkirine.
Korucu demekê di xebatên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîs (SGDF) de xebat meşand, berî du roja dema di rê de diçû tê revandin û der barê revandina xwe de agahî da. Korucu, bi lêv kir ku ji ber îfadeya bi zorê bi malbata wê dane îmzekirin, rojên borî li dijî endamên SGDF û Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) operasyon hatiye destpêkirin. Korucu destnîşan kir ku ji bo wê dê îfadeyê bide dozgeriyê û îfadeya malbata xwe bide kişandin, piştî hevdîtina bi malbata xwe re, rojekê şûn de tê revandin.
'BIRIN CIHEKÊ KES TUNEYÎ Û PIR SAR'
Korucu derbirî ku li cihekî ku gelek kamera heyî û di nava rojê de kesên xwe wekî polîs dane nasîn ew revandine û wiha pê de çû: "Ji ber ku ez bi zorê revandim, min plaqe negirt. Piştî ez li maşîneyê suwar kirim, çavê min girêdan. Ez nizanim ez li ku me; lê cihekî bê deng û pir sar bû. Li wir xwestin ez der barê SGDF'ê de bi tu awayî îfadeyê nedim. Gotin heke tu îfadeyê bidim dê ji bo te û malbata te gelekî xirab bibe. Bi heman şeklî nexwestin ez revandina xwe jî bêjim. Ji bo vê gef li min xwarin."
'BI QÛNDAXA ÇEKÊ LI SERÊ MIN DAN'
Korucu anî ziman ku piştî wê bertek nîşanî gefan daye, şideta fîzîkî û derûnî li wê kirine û wiha got: "Piştî min gotinê wan qebûl nekirin bi qûndaxa çekê li ser, çav, difin û hin deverên laşên min dan. Di heman demê de bi şideta derûnî re rû bi rû mam. Ji ber jineke ciwanim çêrên qirêj kirin. Qasî 2 saet û nîvan ez danîm kuçeya mala me. Dema ez danîm jî dîsa bi heman şeklî gef xwarin."
TU DIXWAZÎ KGT, DUXWAZÎ DEWLET
Korucu diyar kir ku wê ji wan pirsa hûn kî ne kiriye, bersiva "Tu dixwazî Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT), tu dixwazî polîs û dixwazî dewlet. Em ew in" dan wê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berî sal û nîvekê jî kesên xwe wekî polîs dan nasîn ez revandim. Wê demê jî sîxûrî li ser min ferz kirin."
‘EM Ê STÛ NETEWÎNIN’
Korucu revandinên demên dawî gelek zêde bûne jî nirxand û ev tişt anî ziman: "Dizanin li welatê me ciwan ji bo beşa çepgir û sosyalîst çiqasî girîng e. Ew wer difikirin ku dê dengê ciwanan qut bikn. Divê em pêşiya ciwanan bigirin, dê têkoşînê biqedînin. Lê divê vê bizanibin ku ew xwe dixapînin. Dê ciwan bi revandin û zextan serî netewînin."
MA / Dîren Yurtsever