EFRÎN - Îmad Hemade ku birayekî wî di bombebarana balafirên TSK'ê ya li dijî Efrînê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dema birayê wî dilîst, di bombebarana li dijî fabrîkeya ziftê de jiyana xwe ji dest da.
Balafirên şer ên TSK'ê tevahiya şevê gelek herêmên Efrînê bombebaran kirin û di bombebaranê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Fermandariya Kontona YPG'ê ya Efrînê daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de 6 sivîlan, 1 YPG'î û 2 jê YPJ'iyan jiyana xwe ji destan dane, 3 bi giranî 13 sivîl jî birîndar bûne. Di nava kesên sivîl ên jiyana xwe ji dest dan Yehya Ehmed Hemadê ê 9 salî jî heye. Malbata Yehya ji ber şerê li Îdlîbê reviyabûn û koçî Efrînê kiribûn. Yehya gava ku bi hevalên xwe re lîstîk dilîstin di encama bombebarînê de jiyana xwe ji dest da.
Birayê Yehya Ehmed Hemadê Îmad Hemadê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û kêliyên êrîşa hewayî vegot. Hemadê, diyar kir ku ew jî ji êrîşa hewayî rizgar bû û wiha got: "Em ji Îdlîbê ji ber şerê heyî koçî Efrînê kir. Di fabrîkeya ziftê ya Efrînê de dixebitîm. Fabrîkeya ziftê ya li Efrînê jî bû hedefa balafirên Artêşa Tirk. Di fabrîkeyê de zêdetirî 20 karker hebûn, lê piraniya wan koçber bûn. Hejmareke karkeran windayîne û çarenûsa wan hîna ne diyar e. Karkerên birîndar bûn jî birîna wan girane."
Îmade Hemadê, da anîn ku birayê wî yê biçûk Yehya ê 9 salî dema bi zarokan re li nêzî fabrîkeyê dilîzt di bombebaranê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe ji dest da û birayê wî yê bi navê Xalid ê 11 salî jî birîndar e niha tê dermankirin.