COLEMÊRG -Welatiyên Geverê bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan û diyar kirin ku dê êrîşkar li dijî berxwedêran winda bikin û berxwedêr qezenç bikin.
Erîşên li dijî Efrînê didomin. TSK'ê duh êvarî li dijî Efrînê êrîşa hewayî dest pê kir. TSK'ê bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir û navenda Efrînê, navçeyên Şêrawa, Şera û Mabata û herêmên Cindirêsê û Raco bombebaran kirin. Welatiyên Geverê bertek nîşanî êrîşên TSK'ê yên bi fermana AKP-MHP'ê pêk hat dan. Welatiyên Geverê, anîn ziman ku yên bajarên Bakurê Kurdîstanê hilweşndin niha jî dixwazin Efrînê hilweşînin, lê tu hêz nikare Efrînê hilweşîn e.
FERASETA ÊRÎŞA EFRÎNÊ Û GEVER Û CIZÎRÊ YEK E
Nûretîn Atsiz, diyar kir ku bi şerê li Efrînê dixwazin hoviyên li Gever, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Nisêbînê pêk anîn, li wir jî pêk bînin û wiha axivî: "Yên şer dixwazin yek zarokên wan jî di şer de cih nagirin. Ji ber vê yekê şer derdixin. Ka bila zarokên wan di şer de cih bigirin wê demê şer dixwazin an naxwazin em ê bibîn in. Cihê ku kurd lê hebin êrîşa dewletê jî lê heye. Ev êrîş jî ji ber polîtîkayên dijminantiya li hemberî kurdan tê kirin. Geveriyan şerê wan dîtiye. Bajarên ku tu kes lê tunebûn, bi bombebaranan bi hezaran mal û kargeh hilweşandin. Gever hilweşandin, lê em ê destûr nedin Efrînê hilweşîn in."
'DEWLET LI DIJÎ DAXWAZA AŞTIYÊ ŞER DERXIST PÊŞBERÎ KURDAN'
Welatiyê bi navê Abdulah Taş jî, got ku ev du sale li hemberî daxwaza kurdan a aştiyê bersiva dewletê şerek qirêje û wiha axivî; "Divê her kes zanibe yên şer dixwazin qezenç nakin, lê yên aştiyê dixwazin dê qazeç bikin. Niha yên dişînin şer jî zarokên feqîran e. Em vê yekê baş dizanin, lê gelê Tirkiyeyê nizane, divê ew jî bizanibin. Taş banga piştgirî ya ji bo gelê Efrînê kir û wiha got: "Niha destana Kobanê di dîroka kurdan de cih girtiye. Efrîn berdewana Kobanê ye, bila her kes viya bizani be. Bila çavên tu kesî li axa kurdan nebe. Niha gelên Sûriyeyê êrîşî axa Tirkiyê bikin, wê qiyamet rabe, lê her roj êrîşî axa gelên kurd dikin kes dengê xwe dernaxin."
'ÊRÎŞKAR DÊ TU CARÎ QEZENC NEKIN'
Îhsan Dûman jî, diyar kir ku li Sûriyeyê ev 7 salin şerek dijwar heye û wiha axivî: "Ev şer êdî hatiye ber qedandinê, lê Tirkiye bi êrîşên li dijî Efrînê dixwaze, hemû gelên ev 7 salin di nava aştiyê de dijîn têk bibe. Dixwaze destkeftiyên wê têk bibe. Hemû dewlet dikarin şer bikin, lê ya girîng ewe ku aştiyek birûmet dinava gelan de avabikin. Dewleta mezin ewe ku aştiyek birûmet avabike. Êrîşa li ser Efrînê êrişa li ser hemû gelan e. Li cîhanê tu cîns mîrov hene, yek şer dixwaze û yê din jî li ber xwe didin. Niha li Efrînê yên li berxwe didin hene. Heya dawiyê emê piştgiriyê bidin gelên Efrînê. Êrîşkar dê tu carî qezenc nekin."