Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e

img

EDENE – Nivîskar Ronî War destanên kurdî yên ku dengbêjan bi kilamên xwe anîne heta îro, dike mijara pirtûkên xwe. War diyar kir ku kilam dîrok û mêjiyê civaka kurdan e û xwest ku bêtir li vê çandê xwedî bê derketin. 

Yek ji kevneşopî û çanda herî qedîm ya gelê kurd dengbêjî û kilam in. Bi kilaman destanên lehengî û dîrokî vediguhezîne heta heyama niha. Ev destanên xwedî dîrokek dûr û dirêj bi dengbêjiyê li ser zar û zimanan dewam kiriye û ketiye guhê her kesî. Ji bo ev destan û çand neyê jibîrkirin nivîskar Ronî War van berheman, dike mijara pirtûkên xwe. 
 
War destnîşan kir ku xwedîderketina dengbêjiyê di heman demê de xwedîderketina hebûn, ziman, çand, jiyan û baweriya kurdîbûnê ye. 
 
'DIVÊ HÎN BÊTIR EM LI SERÊ HÛR BIBIN’ 
 
War anî ziman ku di kilamên dengbêjiyê de ku behsa destanên tên kirin li gel dîroka kurdan, kevneşopî û şopên çanda gel heye û got: “Ji ber vê yekê ev çand girîng e. Ji ber vê sedemê be jî pêwîst e kurd bêtir li ser dengbêjiyê hûr û kûr bibin. Her kilamek dengbêjan çîrokek e. Di heman demê de berhemek muzîkê ye jî. Divê ku muzîkjen jî guhd bidin vî dengî. Meqamên bingehîn ên muzîka kurdî di kilaman de veşartî ne.” 
 
'DENGBÊJÎ DÎROKA KURDAN E’ 
 
War got: “Li her cihê ziman lê hat qedexekirin, bi kilaman ziman hat jîndarkirin. Der barê kurdan de çi hebe, dengbêjan gotiye. Destanên lehengî, evînî û şeran bi kilaman heta roja îro hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê ev kilam dîroka kurdan e. Di dîrokê de veşartî nee. Ji ber vê yekê divê nirxê dengbêjî û kilaman bê zanîn.” 
 
'DENG DEMEK ŞÛN DE WINDA DIBE’ 
 
War da zanîn ku dengbêjî wêjeya devkî ya kurdan e û wiha axivî: “Dema mirov li zimanê dengbêjan dinêre, mirov zimanekî paqij dibîne. Ev zimanê sade û kurdewarî bi sed salan hatiye vegotin. Ji ber zimanek xweş bû min li dengbêjan guhdar dikir. Min ji biçûkatiya xwe ve li wan guhdar dikir û heta ji destê min dihat min jî bi pênûsa xwe ragihand. Min xwest wan destanan veguherînim nivîsê. Çimkî deng heta demekê winda dibe. Deng namîne lê dema ew bibe nivîs dimîne. Nifşên pişt me dikarin îbêtir roman û destanên xweştir binivîsînin. Ji ber vê dixwazim binivîsînim.” 
 
'EZ DIXWAZIM ELEQE BÊTIR BÊ NÎŞANDAN’ 
 
War anî ziman ku ji salên xwe yên lîseyê ve dest bi berhevkirina kilam û destnan kiriye û wiha got: “Min xwest ez van çîrokên dengbêjiyê bigîhînim girseyan. Ji ber vî awayî min anî halê nivîskî. Xwîneran eleqeyek mezin nîşanî nivîsandina destanan da. Vê eleqeyê min bêtir teşwîqî nivîsandina van destanan kir. Destanên min kirin pirtûk, hevalên min wergerandin tirkî. Lê wergera tirkî tehma wî zimanê resen nade. Biwêjên kurdî dema tên wergerandin wateya xwe winda dikin. Herî dawî ez bang li her kesî dikim ku hin bêtir xwedî li çanda dengbêjiyê derbikevin.” 
 
RONÎ WAR KÎ YE?
 
Ronî War di sala 1969’an de li navçeya Dêrîka Mêrdînê ji dayik bû. War di sendîkayên karkeran de rêveberî kiriye. Gelek nîvîs, werger û çîrokên wî di rojname û kovarên mîna Azadiya Welat, Nûdem, Kevan, Nûbihar, Kulîlka Ciwan, War, Dergûş, Tîroj, Kovara W, Ajda, Notos, Hayal de hatin weşandin. War demek di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê de cih girt. 
 
Berhemên War ên hatine weşandin ev in: “Bê Lome Be, Jiyan Jê Difûriya, Hemû Çîrok in, Gurzek Çîrok, Kevnedostê Min Gumgumok, Kuçeçîrok, Kevirê Di Bîrê De (Kuyudaki Taş), Feqiyê Teyran, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Tehar û Ziharê , Behlulê Dîwane, Deftera Wenda, Mele Nisredîn, Şahmaran , Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê, Dewrêşê Evdî û Edûlê , Hespê Qemer.”
 
MA / Bêrîvan Altan – Hamdullah Kesen
 
 

Sernavên din

22/01/2018
23:21 Li Enqereyê rojnamevan, hunermend û siyasetvan hatin binçavkirin
20:35 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
18:12 Nûçegihanê Ronahî TV li Efrînê birîndar bû
17:45 Cenazeyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi girseyî veşartin
17:12 7 siyasetmedar tehliye bûn
16:53 Dadgeha Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP’ê Yildirim da
16:52 Îdiaya TSK'ê 14 endamên OSO kuştin
16:42 Li ser nerazîbûnan Asayîşa PDK'ê çalakvan berdan
16:34 Îdiaya cilên yek tîp şandin Girtîgeha Sîlîvriyê
16:27 Leşkeran mudaxeleyî gundiyên xwedî li axa xwe derketin kir
16:07 QSD: Êrîşa li dijî Efrînê piştgiriya DAIŞ'ê ye
16:03 Dê sibe rojnameger Ergul derxin edliyê
16:03 Îdiaya zarokê 16 salî hewl da întîxar bike
15:46 'Dê li Efrînê gel qezenc bikin'
15:41 TSK’a êrîşî Serêkaniyê kir
15:12 'Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixê ye'
15:11 Li dijî cilên yek tîp kampanya dan destpêkirin
15:08 Xwedîderketina li Efrînê zêde dibe: Em ê nebin şîrîkê vî şerî
15:00 Binçavkirina rojnameger Ozlu hat dirêjkirin
14:57 Roket li qereqolê ket: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
14:26 Erdogan hedef nîşan da nijadperestan êrîş kir
14:26 Rojnameger Îshak Karakaş hat binavkirin
14:12 ESP: Em ê teslîm nebin
14:11 Ev jî lîsteya Andiçê AKP'ê ye
14:09 Rojnameger Îdrîs Yilmaz hat girtin
14:07 Der barê Onlu yê HDP’ê de lêpirsîn vekirin
13:23 Banga partiyên kurd a ji bo Efrînê: Çalakiyên demokratîk bilind bikin
13:17 Yildirim: Dîyanet bûye maşika AKP’ê
13:00 Nijadperest êrîşê rojnameya Afrîkayê dikin: Ew ji bo min dagirkerin
12:18 Polîsan deriyê mala Nivîskar Baysal şikandin û binçav kirin
12:01 Welatiyên Colemêrgê: Rûsya îxanet li kurdan kir
12:00 Wekîlên HDP'ê yên Wanê: Êrîşa li dijî Efrînê dagirkerî ye
11:48 Fermandarê YGP’ê Hemo: Rûsya û Tirkiye di nava tifaqek qirêj de ne
11:44 Polîsan bi ser malên rojnamger Eskîn û parêzer Zîlan de girtin
11:23 Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê
10:52 Dayikên Şirnex û Mêrdînê: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin
10:40 Jin dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin
10:12 9 lêpirsîn li qeyûmê Şirnexê vekirin
10:04 ‘Gelê Amedê bi hêrse’
09:57 Li Swêdê ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ ava kirin
09:45 'Ne girtîgeh îzolasyon û navenda îhlalê ye'
09:26 Oldar: Fermana Diyanetê ne Îslam e nijadperestiye
09:25 Şêniyên Sûrê: Bi destê dewletê hişbirê li Sûrê belav dikin
09:23 Nûnerên jin: Em wek Kobanê xwedî li Efrînê jî derbikevin
09:22 ‘Em ê bi xweparastinê hestiyên qorika zilamtiyê bişkênin’
09:21 Parvekirina gora kurê wî kirin sûc
09:19 Nikarin avê vexwin lê pere radizînin
09:19 Di OHAL’ê de jin: Em di bin tirsê de dijîn
09:18 Nûnerê partî û rêxistinan: Divê gelê me li metrepolan dakevin qadan
09:17 Gundiyên sînor bi bertek in: Efrînî xizmên me ne
09:00 ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2018'AN
21/01/2018
22:50 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de jî girt
22:00 Navê 7 jê zarok 8 kesên li Efrînê hatin kuştin aşkere bûn
21:33 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sêrtê de girt
18:43 Kobanê ji bo Efrînê meşiya
18:05 Di êrîşên Tirkiyeyê de li Efrînê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibin
17:41 Leşkerên derketin operasyonê di bin şepê de man: 5 leşker mirin
17:38 Li Stenbolê mudaxale: 6 kes binçav kirin
17:07 YPG: 4 leşker û 10 OSO hatin kuştin
16:46 Gelê Silêmanî û Êzîdî li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
16:45 Rojnameger Yîlmaz hat binçavkirin
16:39 Misir: Divê Tirkiye êrîşan rawestîne
16:39 Dozgeriyê der barê Bîlgen û Yildirim da jî lêpirsîn da destpêkirin
16:26 Ocalan: Roj roja berxwedanê ye
16:11 Arslan: Em bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin
15:41 ‘Operasyona Efrînê dê Tirkiye 50 salan paşve bixe'
14:47 Li Bedlîsê 2 leşker mirin 3 winda, 7 jî birîndar bûn
14:44 Der bare Hevseroka KCD’ê Guven de dest bi lêpirsînê kirin
14:39 Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin
14:13 Partiyan êrîşa Efrînê şermezar kir: Li dijî êrîşa li ser Efrînê dakevin kolanan
13:57 ‘Dê bedelê êrîşa li dijî Efrînê giran be’
13:55 YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin
13:22 Artêşa Tirk bi balafiran êrîşe sivîlên Efrînê dike
13:10 Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike
13:01 Polîsan li Amedê mudaxeleyî çalakiya êrîşên li dijî Efrînê kir
12:55 Artêşa Tirk keçeke biçûk bi giranî birîndar kir!
12:36 Malên Gel: Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye
12:35 ‘Dê her roja êrîşên Efrînê şermezar bikin’
12:13 Erdogmuşê HDP'î Diyanet şermezar kir: Sureya Fetihê aştiyê vedibêje
12:02 Polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin
11:39 Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye
11:33 Medya nêzî AKP'ê êrîşa li dijî Efrinê wekî 'Cejnê' îlan kirin
11:32 Malbatên Pirsûsê: Heke zarokê me li jiyanê bûna dê dest bidana Efrînê
11:09 Tirkiyeyê gundê Baliyayê bombe kir
11:02 Welatiyên Hatayê: Divê êrîşa li dijî Erfînê demil dest bê rawestandin
10:47 Hevseroka Tevgera Azadî: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî Kurdistanê ye
10:29 Piştevaniya Mor lez dan xebatên rêxistinkirinê
10:27 Êrîşa li dijî gund şikandin
10:17 Îlham Ehmed: Li tevahiya cîhane rabin serhildanê
10:05 Xwendekara hat revandin: Bi qûndaxa çekê li serê min dan
09:48 Birayê Yehyayê biçûk ê di bombebaranê de mir, kêliyên êrîşê vegot
09:24 Geveriyan: Gelê Efrînê yê berxwedêr dê qezenç bike
09:22 ‘Avakirina 60 santralên din pirsgirêka avê mezintir bibe'
09:21 Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e
09:20 Qedexeyê mala wan xera kir, lê dîsa jî hewl didin bijîn
09:19 ‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'
09:18 ‘Wê girtiyên azadiyên yektîpiyê qebûl nekin'
09:17 Çîçek: Em ê ji 10 hezar Stenbolî bibin Enqereyê
09:16 Wezîr Dadgeh nas nekir
09:15 Dayika keça wê li Reqayê jiyana xwe ji dest da: Em destûr nadin êrîşa li dijî Efrînê