DERSIM - Li Dersimê di 1995'an de 2 polîs hatibûn kuştin. 4 kesên têkildarî vê bûyerê dihatin darizandin û paşê hat beraatkirin. Çend sal şûnde Wezareta Karên Hundurîn doza tazmînatê li wan vekir. Dadgeha Bilind biryara xerakirina biryarê da, lê Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê li gel vê biryarê jî, bi sed hezaran lîre cezayê pereyî li herçar kesan birî.
Di 29'ê Adara 1995'an de li Xozata Dersimê, hin kes an kesên nasnameya wan nediyar êrîşî polîsên ku dewriye digeriyan kirin û di vê êrîşê de 2 polîs mirin. Têkildarî bûyerê Cemal Ataş, Cengiz Balik û Bulent Aktaş hatin girtin. Di encama darizandina li DGM'ê de ji bilî îfadeya van kesan a di bin îşkenceyê de hat dayîn tu delîl bi dest neketin û ji ber "kêmaniya delîlan" kesên girtî beraat kirin. Ozkan Goktaşê ku têkildarî bûyerê lê dihat gerîn û bi çewisandinî bi ser wî de diçûn di heman salê de tev li TÎKKO'yê bû. Piştî Ozkan tev li TÎKKO'yê bû, di pevçûneke li gundê Xeçê yê Xozata Dersimê de mir.
Ev kes beraat kirin, lê belê li gel beraatê jî Wezareta Karên Hundurîn ji bo 102 hezar tazmînata ku dan malbatên herdu polîsan, di 10'ê Çileya 2002'yan de li Dadgeha Huqûqê ya Asliyeyê doz vekir. Wezaretê xwest tazmînata ku hatiye dayîn bi awayekî wekhev li Cemal Ataş, Cengîz Balik, Bulent Aktaş û Ozkan Goktaş bê parvekirin û bê tehsîlkirin. Lê belê ji ber Ozkan Goktaş jiyana xwe ji dest daye, doz li dê û bavê wî Sakîne û Aydin Goktaş hat vekirin. Dadgehê Wezareta Karên Hundurîn mafdar dît û herçar kes mehkûmî tazmînatê kir. Lê belê Dadgeha Bilind biryar xera kir. Di doza ku li Dadgeha Huqûqê ya Asliyeyê ya Dersimê pêk hat de, di 7'ê Nîsana 2016'an de biryar hat daxuyandin. Dadgehê doza ku wezaretê vekiribû qebûl kir û biryar da ku Cemal Ataş, Cengîz Balik, Bulent Aktaş û dê û bavê Ozkan Goktaş Sakîne û Aydin Goktaş di nav hevdu de wekhev 102 hezar lîre bidin. Her wiha dadgehê biryar da ku divê pereyê xercê 461 lîre û 10 hezar û 917 lîre jî heqê parêzeran bê dayîn.
‘DEWLET PEREYÊ JI BO TEDAWIYÊ HAT VEQETANDIN JÎ DESTESER KIR'
Malbata Goktaş diyar kir ku hayê wan ji vê biryara dewletê tune bû û ji ber ew dereng pê hesiyan e wextê îtrazê derbas bûye. Li ser vê wezaret tev geriya û biryara haczê danî ser hemû mal û milkên malbatê. Sakîne (65) û AydinGoktaş (76) ku li Xozatê li xaniyekî du odeyî yê xerabûyî dimînin bertek nîşanî biryara tazmînatê dan. Ji ber nexweşîna pankînsonê li bav Goktaş peyda bûye, nikare ji malê derkeve. Bav Goktaş got ku ew bi meaşê Bag-Kûrê debara xwe dikin û ji bo tedawiya xwe wî 2 hezar lîre razandibû bankê, lê belê dewletê ew jî desteser kiriye. Bav Goktaş bi lêv kir ku li gund 50 donim erdê wî heye û dewletê ew jî desteser kiriye.
Bav Goktaş ev tişt gotin: "Kurê min ji ber zext û zoriyên dewletê tev li nav refên rêxistinê bû. Heke zext tunebûnan, wê tiştekî wisa çê nebûna. Tu eleqeya kurê min bi kuştina herdu polîsan re tune ye. Niha jî ji ber tiştekî ku çê nebûye doza tazmînatê tê vekirin. Her wiha tu delîlên ku kurê min herdu polîs kuştine jî tune ye. Kurê min bû ax, lê dewlet hîn jî li pêyî wî ye. 20 sal in em şerpeze kirine."
Dayik Sakîne Goktaş jî wiha got: "Kurê min jî hat kuştin. Ez ê hesab ji kê bipirsim? Kurê min polîs nekuştin. Kî kuştibe bila biçin wî bibînin û hesab bipirsin. Jixwe rewşa me ya aborî li holê ye. Em li maleke hilweşiyayî dijîn. Heke dixwazin bila werin vê malê jî desteser bikin û em jî li kuçeyan bijîn. Piştî ku kurê min hat kuştin ez çi bikim ji mal û milk. Êdî bes e! Li vê xakê em dixwazin wek mirovan bijîn. Ji bo vî şerî ma divê hîn çend kesên din bimirin?"
MA / Semra Turan