NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê bi daxuyaniyekê êrîya TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê li dijî Efrînê pêk anî şermezar kir û bang li hemû gelê kurd kir ku dakevin kolanan. KNK'ê wiha got: "Îro roja berxwedanê ye. Bi hemû rengî xwedî li Efrînê derkevin. Em li ser rêya heqiyê ne. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê ya li dijî Efrînê şermezar kir û bang li hemû gelê kurd kir ku dakevin kolanan. KNK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Tirkiye bi hemû hêza xwe ji duh ve êrîşî Efrînê dike û wiha got: "Ev demeke dirêje ji xwe Efrîn dorpêçkiribûn û hêzeke mezin li derdorê Efrînê bi cih kiribûn. Di vê êrîşê de dewleta Tirk ne tenê ye, çeteyên bi navê 'Ordîya Azad ya Surî' jî pê re ne. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de sivîl û şervanan, herêmên eskerî û bajaran, ji hev cuda nake û bi giştî Efrînê û gelê herêmê hedef digre."
'DEWLETA TIRK DIJMINÊ SEREKE YÊ GELÊ ME YE'
KNK'ê da zanîn ku Tirkiye dijminê sereke yê gelê Kurd e û li ku dibe bila bibe li dijî hemû destketiyên Kurdan e. KNK'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Li Rojhilat hevkarê rejîma Îranê ye, li Başûr di nava hemû planên dij berjewendiyên Kurdan de ye. Li Rojava bi hemû awayî êrîşkar e, li Bakur siyaseta asîmîlasyon, înkar, îmha û qirkirinê dimeşîne û li seranserê cîhanê jî bingeha dîplomasiya wan li ser îzolasyana Kurdan e. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bizane, bibîne û li hember helwest bigre."
'MÎNA KOBANÊ DIVÊ EM BI YEKÎTÎ Û YEK DENGÎ EFRÎNÊ BIPARÊZIN'
KNK'ê diyar kir, êrîşa li Efrînê jî, yek ji pratîkkirina vê siyaseta qirêj a dewletê ye û wiha dewam kir: "Efrîn Kurdistan e, êrîş ne tenê dijê Efrînê ye, li dijî hemû hemî Kurdistanê ye. Divê gelê me li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li seranserê cîhanê li dijî vê êrîşê derkeve. Divê ciwanên Kurdistanê cihê xwe di nava hêzên parastinê de bigirin. Divê bi berxwedana xwe, bi çalakiyên xwe, bi kar û xebatên xwe, em dengê bigihênin seranserê cîhanê. Me çawa bi yekîtî û bi yek dengî Kobanê parast, divê wî rengî em Efrînê jî biparêzin û êrîşên dijminan bişkînin. Ew îmkan û potansiyela me heye. Em ê li hemberî van êrîşên xwînxwar rawestin û em ê li gel û şervanên xwe yên li Efrînê bin. Em ê vê dozê li hemû qadên Cihanê bişopînin û bikin rojev."
BANGA LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, KOALÎSYONA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê Û HÊZÊN CÎHANÎ
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê û hêzên cîhanî hate kirin û hat gotin, "Çavên xwe ji van êrîşên ne heq û zalim re negirin û li dij rawestin. Her wiha em bang li dostên gelê Kurd, raya giştî ya cîhanê û kesên xwedî wijdan jî dikin û dibêjin; cihê xwe li gel gelê Efrînê bigrin.
'ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE, BI HER AWAYÎ XWEDÎ LI EFRÎNÊ DERKEVIN'
Em careke din bang li gelê xwe dikin û dibêjin; îro roja berxwedanê ye, bi hemû rengî xwedî li Efrînê derkevin. Li hember zaliman em li ser rêya heqiyê ne. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."