KOBANÊ – Şêniyên kantonên Kobanê û Girê spî li dijî êrîşên hewayî yên TSK'ê ya li ser Efrînê daketin qadan û êrîş şermezar kirin.
Piştî ku Rûsya destûra êrîşan da, balafirên şer ên TSK'ê, saet di 16:10'an de dest bi bombebarana kantona Efrînê kir. Di bombebarana ku heta niha dewam dike de, 7 sivîl birîndar bûn. Di heman demê de, TSK li bejahiyê jî êrîşe kantona Efrînê kirin. Di vê çarçoveyê de, bi sedan welatiyên kantonên Kobanê û Girê Spî daketin qadan û êrîş şermezar kirin. Welatî siloganên şermezarkirina êrîşan û piştgiriya bi Efrînê re bê navber beriz dikin.