EFRÎN - Balafirên TSK'ê qada êrîşên xwe yên li ser gund û navçeyên kantona Efrînê berfirehtir kirin. Hat diyar kirin ku li herêma Bilbil şer derketiye.
Balafirên şer ên F-16 yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) saet di 16.10'an de li ser Efrînê bombe reşandin. Hat zanîn ku bombekirina balafiran berdewam dike. Hat diyar kirin ku ji milê beja de jî di navbera leşkerên TSK'ê û YPG'ê de şer derketiye. Piştî daxuşaniya Serokê AKP'ê Erdogan balafirên TSK'ê saet di 16.10'an de Efrîn bombe kiribû. Li taxa Eşrefiyê ya Efrinê balafirên şer ên TSK'ê herêmên Aqbiyê, Belîlka, Hecîka, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Belîl kiribû hedef. Bi dehan balafirên şer ên TSK'ê kantona Efrînê dabû ber bombeyan.
Balafirên TSK'ê piştre qada êrîşên xwe berfirehtir kirin û dest bi bombebarana gundên Kurdo, Şengiliyê û Şeyxûra yên herêma Raco, gundên Xezawiyê û Kifêra yên navçeya Şêrawa, gundê Hac Hesna yê navçeya Cindirêsê kirin. Êrîşên balafirên Artêşa Tirk tenê li kantona Efrînê sînordar neman, lê belê bajaroka Minix a li kantona Şehbayê jî bombebaran kirin. Bombebarana TSK'ê hê jî li ser herêmê dewam dike.
Artêşa Tirk piştî bomberdûmana balafiran ji bejahiya gundê Baliyen ê navçeya Bilbilê dest bi êrîşê kir. Ev êrîş hatiye şikandin. Balafirên şer ên Tirk bombe li balafirgeha leşkerî ya Minixê barandin. Êrîş bi Rûsyayê re bi rengekî koordîne tê kirin.
Hêzên YPG/YPJ'ê bersiv dan û di encamê de ev êrîşa artêşa Tirk hate şikandin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên TSK'ê li navenda Efrînê û navçeyên wê 10 sivîl birîndar bûn. 2 jê zarok rewşa 3 birîndaran jî giran e.
RÛSYAYÊ DESTÛR DA
Hat ragihandin, balafirên şer ên TSK'ê bi destûr û erêkirina Rûsyayê dest bi êrîşê kirin. Li gorî agahiyan, rayedarên Tirkiye beriya êrîşê agahî dane Rûsyayê. Balkêş e, di dema êrîşê de rejîma Sûriyeyê jî xetên telefonê birî.