Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin

  • cîhan
  • 20:00 20 Çile 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û giştî Kurdistanê kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê serî hildin. Tevgerên Gel ên Navneteweyî jî li dijî êrîşên Tirkiye daxuyanî da û got "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêzin." Li Silêmanî jî, Gruba Dengê Şeqame (kolan) bi heman armancê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. 
 
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê, têkildari êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Efrînê daxuyanî da û bang li hemû gelên Bakurê Sûriyeyê û giştî Kurdistanê kir ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyeyê serî hildin. Daxuyanî Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriye wiha ye: "Artêşa Tirk a terorîst îro herêma Efrînê bi balefirên şer bombebaran kir û di van êrîşan  de welatiyên sivîl hedef hatin girtin. Em bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û hemû gelên Sûriyeyê yên xwedî rûmet dikin ku li dijî dijminê gelan û dijminê mirovahiyê ango li dijî dewleta Tirk a terorîst serî hildin. Her wiha em bang li welatiyên herçar parçeyên Kurdistanê dikin ku dakevin kolanan û van êrîşên hovane yên li dijî Efrînê rawestînin. Em bang li Kurdên penaber ên seranserî cîhanê dikin ku di bin durişmeya ‘Em hemû Efrîn in’ de li dijî van êrîşan derbikevin.”
 
 
TEVGERA GEL ÊN NAVNETEWEYΠ
 
Tevgerên Gel ên Navneteweyî li dijî êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê bi ser navê "Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Efrînê bisekinîne, Efrînê biparêze" daxuyanî da. Tevgerên Gel ên Navneteweyî bi bîr xist ku şerê 7 salan ê li Sûriyeyê veguheriye şerekî navneteweyî, bi sed hezaran mirov lê hatine kuştin û bi milyonan ji cih û warê xwe bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye bi rêveberiya Tayyîp Erdogan bi El Qaîde (Heyet Tehrîr El Şam), DAÎŞ û komên din ên selefî êrîşî Efrînê dike û wiha got: "Ev yek wê herêmê ji nû ve bixe nava afetê, birçîbûna mirovan ferz bike, rê li ber mirina zarokan veke û mirovan ji cih û warên wan bike. Wê rê li ber krîza însanî ya navneteweyî veke. Di hiqûqa navneteweyî de jî ev operasyon weke operasyona dagirkirinê tê binavkirin."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rizgarkirina Reqayê dikarîbû şerê li Sûriyeyê bi temamî biqedanda û zemîna diyalogê ji bo aştiya herêmê biafiranda. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya bi xwîn. Herêmên herî bi ewle û aram ên Sûriyeyê, ew herêm in ku ji aliyê Kurdan û gelên bi wan re di nava tifaqê de ne, tên birêvebirin. Yek ji van jî Efrîn e. Efrîn yek ji wan herêman e ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve gel xwe li wê herêmê digire.
 
JI BO CIVAKÊN NAVNETEWEYÎ BANG 
 
Di berdewama daxuyaniyê de ev bang hat kirin: " Efrîn yek ji herêmên herî bi ewle yên Sûriyeyê ye. Saziyên navneteweyî ji bo aramiya li herêmê û divê vê derê ji her şêwe êrîşan biparêze. Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e, êrîşî Tirkiyeyê nekiriye. Dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan tine bike êrîşî Efrînê dike. Divê ev rastî were dîtin. Rûsya ku ji qada hewayî ya li Efrînê berpirsyar e divê li pêşberî van êrîşan bêdeng nemîne, pêşî li êrîşan bigire. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê tenê xizmetê ji DAÎŞ'ê û komên selefîst bike. Koalîsyona navneteweyî divê li dijî van êrîşan tedbîrê bigire û asteng bike. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Divê civaka navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne û Tirkiyeyê neçar bihêle ku axa Sûriyeyê biterikîne."
 
SILÊMANIYE
 
Li dijî êrîşên Tirkiye ya li ser Efrînê li bajarê Silêmanî daxuyaniyek hate dayîn û êrîş hatin şermezarkirin. Li Parka Nalî ya bajarê Silêmanî ji aliyê Gruba Dengê Şeqame (kolan) li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de çalakvanê medenî Berhem Serdar daxuyanî xwend û got: “Li Başûrê Kurdistanê bi dengek Kurdane dibêjin ji bo azadiyê belê, bimire dagirkerî, teror û êrîş. Li ber çavê hemû dinyayê artêşa Tirk û desthilatên Tirk li Bakûrê Kurdistanê azadîxwazan digirin. Davêjin girtîgehan. Bi vêna jî namînin, sînoran derbas dikin û êrîşê Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji bo DAIŞ’ê derbaskirina sînoran re asankarî çêdikin û dixwazin qesabxaneya mirovan çêkin. Dixwazin gel ji herêmên azad ên Rojava vala bikin. Belê nekarîn. Ji ber ku kur û keçên Efrînê soz dane bi xwîna xwe dijî êrîşên dijminan rawestin û xaka xwe bi parêzin. Em li vir ew êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Bang li hemû aliyên dilsoz û hevxeman dikin piştgiriya Efrînê bikin. Divê civaka navnetewî û Neteweyên Yekbûyî êdî bêdeng nemînin li hemberî kiryar û dagirkeriyên dewleta Tirk. Efrîn weke Kobanê kelha berxwedanê ye û wê bibe gora dijminan." 
 
TEV-DEM
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dijî êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê banga seferberiyê li gelên Rojava, hemû Kurdistaniyan û hêzên demokratîk kir.

 

TEV-DEM'ê bang li gelê li herêma Cizîrê kir û sibe saet 12'an li Meydana Jinên Azad a Amûdê tevlî mîtînga mezin bibe.

 
 
 
 
 

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da