NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî der barê operasyona li dijî Efrînê de daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay da zanîn ku ev dagirkerî ye û divê her kes li dijî dagirkeriyê derkeve. Kemalbay da zanîn ku ev êrîş dê Tirkiye perçe bike.
HDP'ê bi beşdariya gelek parlamenteran li Navenda Giştî ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê û êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê dê gelên li Tirkiyeyê ber bi parçebûnê ve bibe. Kemalbay destnîşan kir ku gelê Efrînê di pêvajoya muzekereyê de ji bo aştiya gelan kedeke mezin daye û wiha axivî: "Gelê Efrînê demek dirêj e li dijî her cure êrîşan li ber xwe da û jiyan ava kir. Divê hemû hêzên demokratik piştgiriyê bidin gelê Efrînê. Divê di serî de kedkar û karker, hemû gel ji bo piştigiyê bidin Efrînê di nava tevgerê de be."
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG NEMÎNIN
Kemalbay, xwest kes li bendê nebe ku ew li dijî vê dagirkeriyê bêdeng bimînin û wiha pê de çû: "Bi vê êrîşê re dê di gelên li Tirkiyeyê de qutbûn û perçebûnekê çêbe. Divê em hemû bi hev re li dijî vê dagirkeriyê rawestin û ji bo aştiya gelan li gel hev mil bidin milê hev û têkoşîna xwe mezin bikin. Divê li dijî rejîma AKP'e em berxwedana xwe mezin bikin û li kêleka gelên bindestan cihên xwe bigirin. Ez bang dikim ku her kes li piştgiriyê bide gelê Efrînê."
Civîna çapemeniyê ya HDP'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî biratiya gelan" bi dawî bû.