EFRÎN – Balafirên şer ên TSK'ê yên Tirkiye kantona Efrînê bombebaran kirin û herêmên welatiyên sivîl hedef girtin. Di erişe de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan u 13 kes birindar bun.
Hejmareke balafirên şer ên TSK'ê yên Tirkiye vê êvarê navçeya Raco li dijî navçeya Şêrawa û Çiyayê Lêlûnê, Çiyayê Bîlal, gundê Eyn Deqnê yê navçeya Şera û gundê Mamûla Hecîka êrîşên hewayî pêk anîn. TSK'ê derdora bajarê Efrînê, derdora Kampa Robar û gundê Aqbiyê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kir. Li kampa Robar 5 hezar koçberên ku ji herêmên bakur û rojavayê Helebê koç kirine, dijîn. Li gorî agahiyên destpêkê di bombebarana balafirên TSK'ê 5 welatiyên sivîl birîndar bûne.