ÎZMÎR - Li Îzmîrê, operasyonên li dijî ESP û SGDF’ê hatin şermezarkirin.
Li Îzmîrê, operasyonên li dijî rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên li Stenbol, Enqerê, Amed û Antakyayê duh pêk hatin, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat lidarxistin û pankarta “Binçavkirin û êrîş nikarin me têk bibin” hat daliqadan.
Rêveberê Bajêr ê ESP’ê Burak Yilmaz daxuyanî da û wiha axivî: “Êrîşên AKP’ê yên li dijî şeroşger, demokratîk û welatparêzan didomin. Ev operasyon li dijî hêza bi rêxistinkirî ya gelane.” Yilnaz, di dawiya axaftina xwe de operasyon şermezar kirin û daxuyanî bi dawî bû.