STENBOL – Edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Ergul ê li Amedê hatibû binçavkirin 5 roj e di binçavan de ye û li bendê ye roja duşemê li Stenbolê derbixin edliyeyê.
Polîsan di 16’ê Çileyê de edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Ergul, li Balafirgeha Amedê binçav kiribûn û piştre biribûn Stenbolê. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînek li Stenbolê de Ergun hatiye binçavkirin, ew biribûn Stenbolê û 5 roj e li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tê girtin.
Parêzerên Ergul nizanin miwekîlê wan ji ber çi sedemê hatiye binçavkirin û li bendê ye Ergul roja Duşemê ji bo îfadeyên wî bên girtin derbixin Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê.