STENBOL - Xebatkarên TV 10'ê di çalakiya 68'an de xwestin rêveberên televîzyona wan Velî Buyukşahîn, Velî Haydar Guleç û kameramanê wan ê girtî Kemal Demîr bên berdan.
Xebatkarên TV 10'ê ya ku bi biryara KHK’ê hat girtin, ji bo televîzyona wan careke din bê vekirin, cara 68'an li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Dengê elewiyan nikare bê qutkirin" hat vekirin.
'DEMILDEST HEVALÊN ME BERDIN'
Midûrê Nûçeyan ê televîzyonê Turabî Kîşîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan. Hevalên me ji ber ku li dijî pêkanînên OHAL û KHK’ê derketin hatin girtin.”
Dûrê, Serokê Şaxa Pîr Sutan Abdal a Amedê Cafer Koluman jî wiha got: “Dibe ku hûn hevalên me bigirin, lê em ê tu carî dest ji çanda xwe bernedin.”
‘HIŞMENDIYA EMEWIYANE’
Serokê Cemxaneya Ataşehîrê jî, banga bilind kirina têkoşînê ya ji bo TV 10’ê kir û wiha got: “Ew ji ronahiyê ditirsin. Ji ber vê yekê saziyên me yên weşangeriyê digirin. Ji bo ev saziyên me bên vekirin emê têbikoşin.”
Çalakî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.