ÎZMÎR - Girtiyên nexweş ên bi navê Ehmedê Xemî, Dicle Bozan, Yusuf Bulut û Ergîn Aktaş ên li Girtîgha Tîpa R a Menemenê tên girtin, bal kişandin ser pirsgirêkên li girtîgehê û aşkera kirin ku girtîgeh bûye "navenda îşkecneyê."
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê her hefte bi armanca "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" çalakiyê pêk tîne. Çalakiya ÎHD'ê di hefteya 416'an de dewam kir û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Çalakvan li ber avahiya Serokwezîriyê li hev civiyan, pankartên "Ji yek tîpê na" û "Xwe bê deng neke, dê dor bê te" vekirin.
Çalakiya ku dowîzên li dijî cilên yek tîp jî hatin vekirin de, Meclisa Dayikên Aştiyê û berdevkên partiyên çep û sosyalîst jî piştgirî dan çalakvanan.
Vê heftê Rêveberê ÎHD'a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuynî xwend û aşkera kir ku bi OHAL û KHK'an re, zextên li girtîgehan gelekî zêde bûne. Çîçek, destnîşan kir ku dixwazin cilên yek tîp li girtiyan bikin û bi vê rêyê dixwazin vîna civakê û girtiyan bişkînin.
Çîçek rewşa girtiyên nexweş jî bi bîr xist û der barê girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dimînin de agahî da. Çîçek aşkera kir ku Ergtîn Aktaş her du milên wî tune ne, Ehmedê Xemî bi renzeyê ve hatiye girêdan, Dîcle Bozan lingê wê jêkirî ye û girtiyê bi navê Yusuf Bulut jî nexweşê pençeşêrê ye.
'BÛ NAVENDA ÎŞKENCEYÊ'
Çîçek diyar kir ku li Tirkiyeyê 3 girtîgehên rehabîlîtasyonê yên Tîpên R hene, divê girtiyên nexweş di navendên rehabîlîtastonê de, di şertên hijyenîk û bi tenduristî de bên dermankirin û wiha got: "Lê Girtîgeha Tîpa R a Menemenê bûye navenda îşkenceyê." Çîçek pirsgirêkên li girtîgehê wiha rêz kir:
"*Girtiyên nexweş her yek di odeyekê de bi tena serê xwe tê girtin. Di navbera odeyan de qasî ku deng bihêhêje hev navber heye. Lê dema girtî di navbera xwe de diaxivin, memûrên înfazê dengê muzîkê bilind dikin û gihiştina dengan asteng dikin.
* Pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin, an bi hinceta qedexe ye, an jî bê bandrol e, nadin girtiyan. Bi heman şeklî kovar û rojnameyan jî nadin girtiyan.
* Wekî ku xwarina wan bavêjin ber wan, didin girtiyan. Di nav xwarinan de amûrên wekî têla firaqşoyan derdikevin.
* Girtî di van girtîgehan de di pêkanînên îşkenceyê de tên girtin û naxwazin di van şertan de naxwazin bên tedawîkirin."
'PÊWÎSTIYÊN PÎNEYAN ÊN XEMÎ NAYÊN PÊŞWAZÎKIRIN'
Çîçek, der barê girtiyên nexweş Ergîn Aktaş, Ehmedê Xemî, Dîcle Bozan û Yusuf Bulut de ev agahî dan:
"* Ehmedê Xemî: Ji piştê berjêrtir felc e û li ser kursiyê bi tekerlekî jiyan dike. Berê di sing û pişta xwe de emelyat bûye. Ji ber ku di koxûşeke yek kesî de tê girtin, nikare pêwîstiyên xwe pêşwazî bike. Qasî ku pêwîst dike ji bo tûrikên mîzdankê nadinê. Dîsa hin pêwîstiyên wî nadinê. Dixwaze daxwazên xwe ji îdareyê re binvîse, lê ji ber ku bi tirkî nizane û bi girtiyên din re nikare bikeve têkiliyê nikare daxwazên xwe bide.
DAXWAZÊN BULUT Û AKTAŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN
* Yusuf Bulut: Ji ber êşên roviyan ew rakirine nexweşxaneyê. Piştî demekê tedawî dît careke din birine girtîgehê. Di roviyên wî de pençeşêr heye. 68 salî ye û ji ber temenê wî ev nexweşî pêre çêdibin. Demek dirêj jiyana wî di nava nivînan de derbas bû. Ji ber ku malbata wî li Edeneyê dijî, nikare biçe serdana wî û dixwaze sewqî Edeneyê bê kirin. Sewqa wî pêk nayê.
* Ergîn Akta: Her du destên wî di zendê de jêkirî ye. Ji ber ku şertên girtîgehê ne hîjyenîkin, di laşê wî de bobesîr derketiye. Her wiha li girtîgehê bi nexweşiya KOAH'ê ketiye. Li gel van di pişta wî de fitiq heye. ATK'ê sê caran rapora 'nikare bi tena serê xwe bimîne' dayê, lê bi tena serê xwe dimîne. Nikare bi tena serê xwe xwarinê bixwe û daxwaza abila çetel bi zendên wî ve bên girêdan hatiye redkirin.
8 MEH E ROVIYÊN WÊ NEGIRTIN HUNDUR
* Dîcle Bozan: Di sala 2017'an de li Dêrsimê hat girtin û demekê li Girtîgeha Xarpêtê ma, bi gotina 'em wê dibin dermankirinê' birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Dîcle pir hindik bi tirkî û ferhenga latînî fêm dike. Ji ber van pirsgirêkan nikare daxwaznameyan binvîse. Hem odeya wê û hem jî serşoya wê bi 3 kamerayan tê şopandin. Lingê Bozan ê çepê jêkirî ye. Lingê wê yê din birîndar e. Lingê wê ber bi başiyê ve diçe. Destpêkê xwestine wî lingê wê jî jê bikin lê, wê qebûl nekiriye. Ji ber ku roviyên wê zerar dîtine li derve dihêlin. Gotine ku piştî 3 mehan baş be, dê bigirin hundur. Lê 8 meh e hêj roviyên wê negirtine hundur.