STENBOL – Serdozgerê Komarê yê bûrsayê, daxwaza hevdîtina malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, cara 60’emîn red kir.
Xwişk û birayê Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzeran ji bo roja duşemê dikaribin hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana daxwaza hevdîtina malbatê red kir.
Heman Serdozgeriyê serlêdana daxwaza hevdîtinê ya malbata girtiyên din ên li gel Ocalan li Îmraliyê dimînin Hamîlî Yildirim, Omer Kayrî Konar û Veysel Aktaş jî red kir.
Bi vê redkirinê ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev 60 car e serlêdana daxwaza hevdîtina malbatan tê redkirin.