TEBQA - Şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên bajarê Tebqayê gotin ku ew ê nehêlin lîstika Bab, Ezaz û Cerablusê dîsa dubare bibe û wê hemû eşîreyên Ereb ji bo parastina Efrînê bikevin nava tevgerê.
Tevahiya pêkhateyên gelên Sûriyeyê li dijî dagirkeriya operasyone a li Bakurê Sûriyeyê ne. Şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên bajarê Tebqa yê herêma Reqayê têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn. Şêxê Eşîreya El-Wehib, Ehmed Hamid El-Hesen gotin: “Em tu carî dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin. Tirkiye dixwaze di navbera eşîre û pêkhateyên herêmê de fitneyê derxe. Em jî vê yekê dibêjin ku em ê wekî Kurd, Ereb, Suryan û hwd li ser hîmê biratiya gelan jiyan bikin. Em bi yek dilî û yek destî li hemberî dagirkeriya Osmaniyan bisekinin.”
EHMAD HAMED
El-Hesen diyar kir ku wê hemû eşîreyên Ereb ên herêma Tebpaqyê bi ciwan, jin, mêr û şêxên xwe ji bo parastina Efrînê bikevin tevgerê û li hemberî çeteyên “Mertala Firatê” şer bikin. Şêxê Ereb wiha got: “Dagirkeriya Tirk a Erdoganîst dê bi ser nekeve. Ev yek ji herî kesî re jî zelal û eşkere ye. Em ê nehêlin sînaryoha Bab, Ezaz û Cerablusê dîsa dubare bibe. Em buhisteke xaka xwe ku QSD’ê rizgar kiriye jî nadin.”
Ji rûspiyên qebîleya Şemer Şêx Ferhan El-Emalê jî wiha got: “Bi navê xwe û navê eşîreyên Reqa û Tebqayê dibêjim ku em qebûl nakin kes destwerdanî karûbarên me bike. Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyeyê ye û em hemû yek in. Gelê Reqa wê li kêleka gelê Efrînê bisekine û parastina xaka wê bike.”
Şêx Ferhan El-Emalê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê hewl dide li bajarê Minbicê di navbera pêkhateyan de tevlîheviyan derbixe, lê eşîre û pêkhateyên herêmê yek in û wê li hemberî hewldanên tevlîhevî û dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin.