AMED - Li Rezanê, erkdarê paqijiyê O.A. ku Îş-Kurê karê dibistanê daye wî, tecawîzê 3 xwendekarên 12 û 14 salî kir. Dadgehê der barê O.A. de biryara girtînê da.
Erkdarê paqijiyê O.A. yê li Dibistana Navîn a Şehît Bîrkan Gunduz a Taxa Bagcilare navçeya Rezana Amedê paqijiyê dike, tecawizê 3 zarokan kir. Piştî zarokên 12 û 14 salî bûyera di serê wan re derbas bûyî ji malbatên xwe re gotin, derket holê. Malbatan li ser vê yekê, serî li rayedarên dibistanê dan û xwestin kamerayên ewlekariyê lêkolîn bikin. Di kamerayên, di 25’ê Kanûna 2017’an de derket holê ku erkdarê paqijiyê O.A. yê 35 salî tecawîzê zarokan kiriye û li ser vê yekê rayedarên dibistanê agahî dan polîsan. O.A. yê hat binçavkirin, dadgehê biryara girtina wî da û dest danî ser dîmenên kamerayê. Hat îdîa kirin ku parêzer û xizmên bersûc, tim li malbatên zarokan geriyan, ji bo giliyên xwe paşve bikişînin û li ser vê yekê her du malbatên mexdûr giliyên xwe paşve kişandine.
Hat diyar kirin ku di meha îlonê de Îş-Kurê O.A. girtiye kar, destpê kê di beşa kantînê de erkdar kiriye û dure jî di karê paqijiyê de erkdar kiriye.