COLEMÊRG – Waliyê Colemêrgê, Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan ji lîsteya protokole derxist. Walî hevşaredarên DBP’î jî ji lîsteyê derxist û li şûna wan qeyûm û Serokê AKP’a Colemêrgê bicih kir.
Waliyê Colemêrgê, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Colemêrgê Selma Irmak, Nîhat Akdogan û Abdullah Zeydan ji lîsteya protokolê derxist. Walî, Hevaşaredarên hilbijartî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin jî ji lîsteyê derxist û qeyûman li şûna wan bicih kir.
DBP JÊ BIR AKP BICIH KIR
Ji bo qeyûmên navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê ku di heman demê de qeymeqam in li du cihan protokl ji bo wan hat vekirin. Di lîsteya Walî de ya li gorî xwe derxist yek hilbijêrek nehat hiştin. Walî di lîsteyê de tenê cih daye Serokê Rêxistina AKP’ê yê Colemêrgê Metîn Tekîn.
WEKÎL HÊJ GIRTÎ NE
Wekîlên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan ji 4’ê mijdara 2016’an ve girtî ne. Wekîlek din ê bajêr Nîhat Akdogan demek hat girtin û pişt re hat berdan. Li gel ku Akdogan ne girtî ye jî navê wî ji lîsteyê hat derxistin.