ÊLIH - Mirovên oldar bertek nîşanî êrîşên li dijî goristanan dan û wiha gotin: “Ev pêkanîn ne exlaqiye û di ola Îslamê de tuneye.”
Ligel pêkanînên dij mirovahî yên li dijî cenaze û goristanan, li Betlîs, Mûş, Amed û herî dawî jî li Sêrtê bi fermana dozgerên AKP’ê goristan hatin hilweşandin û cenaze ji gorên wan hatin derxistin û bêyî agahiya malbatan hestiyên wan revandin. Li dijî van pêkanîna bertek didomin. Oldaran, diyar kir ku yên cenazeyan ji gorên wan derdixin para xwe ji mirovahiyê negirtine û ji ola îslamê derketine.
‘DIVÊ EM RÊZÊ BIDIN MIRIYAN’
Mele Mehmet Casîm Bozkur ê 83 salî, diyar kir ku di ola Îslamê de kesekê mirî ji gora wê derxistin, ji aliye Xwedave hatiye herem kirin û wiha axivî: “Divê kes vê ferma Xwedê binpê neke. Mînakên vê yekê di Kuranê de nehe. Tiştên îro tên kirin ne li ser rûyê erdê û ne jî dibin axê de tên qebûlkirin. Divê bi her awayî rêz ji bo miriyan re bê dayîn.”
‘KESÊ DIMIRE ÊDÎ DOSYA WAN TÊ GIRTIN’
Mele Ahmet Yilmaz jî, anî ziman ku pêkanîna li dijî cenazeyan ne exlaqiye û wiha axivî: “Gava cenazeyek li ber Hz. Pêxemberê me re derbas dibû, bêyî ku li nasname û baweriya wê/wî mêze bike, radibû ser piyan û rêz nîşan dida. Di hiqûqê de jî gava mirovek dimire êdî dosya wî/wê tê girtin.”
‘NE EXLAQÎ Û NE JÎ ÎSLAMIYE’
Yilmaz, da zanîn ku hestiyên mirovan ji goran darxistin ne exlaqiye û wiha got: “Di ola Îslamê de nêzîkatiyek wiha tuneye. Ev b exlaqiye. Berî her tiştî divê mirov rêz bidin hestiyên mirovan. Kesekê rêzê nede hestiyên mirovan, rêzê nade mirovan jî. Reng, fikir û baweriyî her mirovê cûdaye. Divê em rêzê dibin ol û baweriy hemû kesê. Ev hovitiye. Em qala Îslamê dikin. Ev herame.”
Yilmaz, dest nîşan kir ku hişmendiya gorên Şeyh Saîd, Seyît Riza û Saîdê Nursî winda kirin îro jî didome û wiha bi dawî kir: “Ev ne hişmendiya tenê kesekê ye. Hişmendiyek xerab a zirarê dide civakê ye.”
Mele Abdurrahman Akyuz jî, wiha got: “Kesê ku dibêje ez bawermendim, çawan dibe ku evqas dilhişk, hov û zilam bibe. Çawan dikare hestiyan ji gorên wan derbixîne û goran xerab bike? Kesên wisna dikin ne mirovin û tu eleqeya wan bi Îslamê re tuneye.”