AMED - Rêveberê DBP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç, operasyona tê plankirin a li hemberî Efrînê nirxand û got propagandaya tê kirin faşîzm û şovenîzmê derdixe pêş.
Gefên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê didomin û bertekên li hemberî van gefan jî didomin. Endamê Desteya Birêvebir a Navendî ya DBP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç jî bertek nîşanî van gefan da. Tûnç got propagandaya tê kirin faşîzm û şovenîzmê derdixe pêş û wiha got: "Bi gotinên êrîşkar hewl didin pêla netewperest tev bigerînin û têkiliyên xwe yên bi MHP'ê re hêzdartir bikin."
Tûnç got ku nêzîkatiya Serokomar Erdogan nêzîkatiyeke zaf talûke ye û ev nêzîkatî şaşiyeke dîrokî di xwe de dihebîne. Tûnç diyar kir ku gelê Efrînê bi berxwedanên mezin destekftiyên mezin bi dest xistine û wiha got: "Bi gotinên êrîşkar hewl didin pêla netewperest tev bigerînin û têkiliyên xwe yên bi MHP'ê re hêzdartir bikin. Armanca serokomar ev e, lê belê ev rê riyeke zaf şaş e. Gelê Efrînê bi tu awayî Tirkiyeyê tehdît nekiriye. Dixwazin bi vê êrîşê nakokiyên navbera xwe ji holê rabikin. Wê ev rê zirarê bide gelên Tirkiyeyê."
‘JI 7 SALIYAN HETA 70 SALIYAN WÊ LI BER XWE BIDIN'
Tûnç bi lêv kir ku gelê Efrînê gelekî berxwedêr e. Tûnç got ku hêleke navnetewî ya vê bûyerê jî heye. Tûn diyar kir ku piştguhkirina vana û mudaxilekirina Efrînê sûc e û tê wateya binpêkirina peymanên navnetewî. Tûnç ev tişt gotin: "Wê ji 7 salî heta 70 saliyê gelê Efrînê li ber xwe bide. Mînaka Kobaniyê li ber çavan e. Berxwedana Kobaniyê ji bo hemû cîhanê bû mînak. Wê li her derê cîhanê kurd bertek nîşanî vê yekê bidin."
'FAŞÎZM Û ŞOVENÎZMÊ DERDIXIN PÊŞ'
Tûnç destnîşan kir ku li Tirkiyeyê propagandaya ku ji aliyê Serokomar Erdogan ve tê kirin, faşîzm û şovenîzmê derdixe pêş û wiha domand: "Ev helwesteke talûke ye. Em hêvî dikin dev ji vê yekê berdin. Bila biratiya gelê kurd esas bigirin. Divê modela ku Birêz Ocalan li Îmraliyê berpêş kiriye dîsa têkeve rojevê û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Heke ev neyê kirin wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn kûrtir bibin û fêdeya vê yekê ji bo tu kesî jî tune ye."
Her wiha Tûnç balê kişand ser çapemeniya berbelav jî û got serokomar tiştekî dibêje û çapemeniya wî ya şer jî ji wî bêtir şerekî derûnî bi rê ve dibe.