NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Hataya ku cînarê Efrînê ye, diyar kirin ku AKP nikare mudaxileyî Efrîn û Îdlibê bike û gotin: "Ji bo îktîdara AKP'ê ketina Efrînê ne çareserî ye. Gelê Hatayê dê li dijî vê êrîşê têbikoşe." Rêxistinên li Edene û Mêrsînê jî gotin: "Wê polîtîkaya dijminahiyê bi Erdogan bide windakirin."
Gefên êrîşiyî yên li hemberî Efrînê yên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan tên nîqaşkirin û civak bertekê nîşan dide. Nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Edene, Mêrsîn û Hatayê diyar kirin ku wê êrîşeke muhtemela a li hemberî Efrînê tu tiştî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin.
Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Edeneyê Zeynel Kete, her kêliya ku xwe dide der dîrokek e û çareseriya evqas pirsgirêkên ketine ser hev girêdayî dîrok û feraseta herêmê ye. Kete destnîşan kir ku Rojhilata Navîn û Mezopotamya di warê mirovahî, civakîbûn jin de tiştên ewil di xwe de dihebînin û êrîşa li hemberî Efrînê û deverên din jî ji ber vê ye. Kete bi lêv kir ku civakên bi awayekî ehlaqî û polîtîk dijîn şer naxwazin û ev tişt gotin: "Ev ne tercîha me ye. Hewl didin krîza aborî û pirsgirêkên naxweyî, bi afirandina liv û tevgerên dijminahiyî binixumînin. Divê hemû hêz li dijî êrîşeke muhtemal a li hemberî Efrînê bên gel hev û bitêkoşin. Divê li hemberî şer aştî, li hemberî mirinê jiyan biqîrin."
'WÊ ERDOGAN WINDA BIKE'
Endama Desteya Rêvebir a Malên Gel a Mêrsînê Aycan Ozkan, anî ziman ku AKP hem li derve hem jî li hundur tim dijminan diafirîne û dijminê wê yê vê serdemê jî kurd in. Ozkan got heke êrîş li hemberî Efrînê çê bibe wê bandorê li hemî gelên Tirkiyeyê bike û divê malbat bipirisin ku ji bo çê dê zarokên wan bimirin. Ozkan got armanca vê êrîşê ew e ku gelên tirk û kurd bikin dijminê hevdu.
Serokê Bajêr ê Mêrsînê yê EMEP'ê Mehmet Taşçi, anî ziman ku AKP bi êrîşeke wisa "nêçiriya dengan" dike û yên diçin şer jî zarokên kedkaran û gel in. Taşçi destnîşan kir ku wê polîtîkayên dijminahiyê yên li hemberî gelên Tirkiyeyê bi Erdogan bide windakirin. Taşçi diyar kir ku modela jiyanê ya li Efrînê ji bo kurdên li welatê me mînak e û di heman demê de bi êrîşan tê xwestin ku rê li ber vê bê girtin. Taşçi wiha got: "Ji ber vê divê gel demildest li hemberî vê êrîşê derkevin."
Serokê Bajêr ê Mêrsînê yê Partiya Devrimci(Şoreşgeran) Sîmon Gozen jî, îktîdar bi salan e li hemberî kurdan polîtîkayeke înkar û îmhayê didomîne û niha jî çav berdaye destkeftiyên wan. Sîmon got ku Tirkiye bi îhtimala mudaxilekirina Efrînê niha di pozîsyona dewleteke ku pirsgirêkan diafirîne de ye. Sîmon ev tişt gotin: "Di vî şerî de çi bibe wê bi zarokên feqîran bibe. Divê hemû gelê me baş bi vê zanibe, ev şer şerê Qesrê ye. Wê ev şer aloziyeke mezin li vî welatî peyda bike. Ya dikeve ser milê me em hêla rast a vî şerî ragihînin gel."
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê Denîz Ezer, got ku ew ê li dijî polîtîkayên şerî bitêkoşin û ne mafê Tirkiye û ne j mafê Amerîkayê ye ku pêşeroja gelên Sûriyeyê tayîn bike. Ezer got ku heke êrîşek li hemberî Efrînê çê bibe ev êrîş tê wateya êrîşeke li hemberî hemû gelên cîhanê û ew gelê Hatayê û nûnerên sendîkayan ew ê li hemberî êrîşeke bi vî rengî aştiyê biparêzin.
‘WÊ HERÎ ZÊDE HATAY ZIRARÊ BIBÎNE'
Serokê Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Yûsûf Berkyurek jî diyar kir ku gefên der barê êrîşkirina Efrînê de jî nîşan didin ku AKP çi qasî tengav bûye û ji bo Serokê Giştî yê AKP'ê di hilbijartina 2019'an de bi ser bikeve vî welatî ber bi şer ve dibe. Berkyurek wiha got: "Heke li hemberî Efrînê êrîşek çê bibe, divê bê dîtin ku ev li hemberî hemû gelên Sûriyeyê ye. Wê di mudaxileyeke bi vî rengî de herî zêde Hatay zirarê bibîne. Wê rewşa aboriyê xerabtir bibe û wê betalî zêde bibe. Her wiha wê li bajarê xwişk û birayan Hatayê bibe sedema koçberiyê. Wê di warê civakiyî de li Hatayê bibe sedema rageşiya navbera gelan. Divê saziyên civaka sivîl ji bo aştiyê bibin yek û bitêkoşin."
'ÎKTÎDARA AKP'Ê XWE QEDAND'
Hevseroka Partiya Damezrandina Ji Nû Ve ya Sosyalîst (SYKP) a Hatayê Hulya Kavûk got ku ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha navbera Tirkiye û welatên cînar nebaş e û wiha domand: "Îktîdara AKP'ê xwe qedandiye. Ji bo wê xitimandina polîtkaya navxweyî safî bike, li hemberî Efrînê amadekariyên operasyonê dike." Kavûk destnîşan kir ku saziyên demokratîk ên li Hatayê şerekî wisa naxwazin û ew ê li dijî mudaxileyeke wisa bitêkoşin. Kavûk got ku êrîşa li hemberî Efrînê wê bê wateya derbkirina aştiya li Tirkiye û Rojhlata Navîn.
‘KETINA EFRÎNÊ NE ÇARESERÎ, NEÇARESERÎ YE'
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê Mîthat Can jî bi lêv kir ku AKP ji bo li welat Rewşa Awarte bidomîne tim hewl dide nêvengeke rageşiyê û şer peyda bike. Can got ku gefên êrîşiyî yên li hemberî Efrînê jî perçeyeke ji vê polîtîkayê ne û wiha got: "Bawer nakim îktîdara AKP'ê êrîşî Efrîn û Îdlibê bike. Çimkî rewşa heyî û şertên heyî yên Tirkiyeyê vê yekî nîşan didin. Ji bo îktîdara AKP'ê ketina Efrînê ne çareserî, neçareserî ye."
Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Kerem Nalbant jî anî ziman ku ev êrîş li dijî destkeftiyên gelê kurd e û ev tişt gotin: "Wê şerê li hemberî Efrînê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Ancax dema ji bo aştiyê gavek bê avêtin wê Tirkiye bi ser bikeve. Gava ku divê AKP bavêje ew e ku dev ji êrîşên li hemberî destkeftiyên kurdan berde." Nalbant diyar kir ku heke li hemberî Efrînê mudaxileyek çê bibe, wê li Hatayê ew huceryên DAIŞ'ê yên xilmaşî çalak bibin. Nalbant destnîşan kir ku wê gelê Hatayê li dijî van êrîşan bitêkoşe.