AMED – Baroya Amedê bertek nîşanî Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglu yê têkildarî dosyeya lêpirsînê ya Tahîr Elçî axivîbû da û di çalakiyê de Elçî û Hrant Dînk bibîr anîn.
Baroya Amedê bi boneya dosyeya lêpîrsîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bi bandor bê birêvebirin û kujerên Elçî bên dîtin di hefteya 110’emîn de li ber Edliya Amedê çalakiya xwe domand. Di çalakiyê de pankarta wêneyê Elçî li ser a bi nivîsa “Em te jî bîr nakin” hat vekirin û parêzer bi cubeyên beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Sekreterê Baroya Amedê Mahsum Bati axivî û bertek nîşanî gotinên Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu da û got: “Wek ku hûn dizanin Serokê TBB’ê Feyzîoglu têkildarî dosyeya lêpirsîna Elçî îdai kiribû ku kifş nehatiye kirin û Baroya Amedê ne rêxistinê dewletê sûcdar dike. Got ku rêxistin destûra kifşê nade. Em wek Baroya Amedê ji roja lêpirsînê dest pê kir û heta îro bêyî ku tu kesî sûcdar bikin em axivîn. Lê me her tim peywîra erkdaran bibîr xist.”
‘EM ŞAGIRTÊN TAHÎR ELÇÎ NE’
Bati da zanîn ku ew şagirtên Tahîr Elçî ne û wiha axivî: “Di tu dem û şertî de me gotinên xwe bêtirs got û em ji kesî netirsiyan. Tiştên me pêbawer û difikirin vegot. Em ê vegotina xwe dewam bikin. Em di salvegra qetilkirina Hrant Dînk ku ew û Elçî wek hev hatin qetilkirin û di heman oxirê de canê xwe dan jî li vir bibîr tînin. Em wî bi bêrîkirin û rahmet bibîr tînin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.