ŞIRNEX – Serokê HEP’ê yê Şirnexê yê wê demê parêzer Mesut Uysal ê li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da li Şirnexê veşartin.
Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Bajarê Şirnexê parêzer Mesut Uysal ê ji ber sedemên siyasî neçar ma welatê xwe biterikîne û çû Belçîka di rojên derbasbûy de jiyana xwe ji dest dabû. Uysal ê di heman demê de yek ji sazûmankarê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) bû, 22 salên xwe li xerîbiyê derbas kir. Cenazeyê Uysal bi balafirê anîn Balafirgeha Amedê û ji vir jî birin Şirnexê. Malbat û siyasetmedarên kurd cenazeyê Uysal li Goristana Taxa Vakifkent a Şirnexê defin kirin.
Li gel malbata Uysal, Wekîlên HDP’ê yê Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez, hevşaredarên DBP’î, rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Li gel barîna zêde ya berfê cenaze definkirin û ji bo Uysal dua xwendin.
Piştî merasîmê welatî çûn serdana konê sersaxiyê. Dê serdana sersaxiya Uysal li Şirnex bên qebûlkirin.